EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Duisburgê şehîd hatin bibîranîn
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê, Lecwan Munzur, Hevî Bahtiyar, Firat Çiçek, Tavîn Tekoşîn, Çekdar Qamişlo, Mazda Mariya, Rûmet Hevî Şoreş, Tekoşîn Koçgirî û Tolhildan Tîrej bi çalakiyeke hatin bibîranîn. -
Karawana Dayikan li Mannheimê bi gel re civiya
Karawana Dayikan a ku li Elmanyayê ji bo mezinkirina piştevaniya bi Rojava re bi rê ket, li Mannheimê bi çalakiyeke bi sedan kesan re li hev civiya. -
Encamên destpêkê yên referandûma li Swîsreyê: Hewldan hate redkirin
Li gorî texmînên destpêkê yên referandûma li Swîsreyê, hewldana UDC a rastgiriya tund ku dixwaze nifûsa Swîsreyê bi 10 milyonî bi sînor bike, bi dengê ji sedî 55'an hate redkirin. -
Referandûma li Swîsreyê: Dibe ku bibe yekem welat ku sînorê datîne pêşiya nifûsê
Li Swîsreyê hilbijêr ji bo pêşniyarek li dijî koçberiyê ku armanca wê ew e ku nifûsa welêt heta sala 2050'an ji 10 milyonan derbas nebe, deng didin. -
Piştî Civata Giştî ya KNK’ê bangên ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘konferansê’
Piştî Civata Giştî ya KNK’ê gelek siyasetmedaran biryarên hatine dayîn nirxandin û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê helwesta neteweyî, konferansa neteweyî û stratejiya hevpar were pêşxistin. -
Li Romayê pêvajoya nû hate nirxandin
Li paytexta Îtalya Romayê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civîneke gel hate lidarxistin. Îdrîs Balûken weke qiseker beşdarî civînê bû. -
Walî Ebûbekir: Ji bo parastina destketiyan divê em li dora stratejiya hevpar bicivin
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir li hemberî rîskên zêde bûne banga yekîtiyê li Kurdan kir. Ebûbekir got, ji bo parastina destketiyên neteweyî û jiholêrakirina krîza hikumetê divê hêzên siyasî li dora stratejiyeke hevpar bicivin. -
Kwestan Gadanî: Divê em Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat hîn berfireh bikin
Ji nûnerên Ewropayê yên PDK-Îranê Kwestan Gadanî got, di atmosfera krîzê ya li Îranê de karên yekîtiya neteweyî ya li Rojhilat gelekî girîng e û destnîşan kir ku tifaqa hate avakirin divê bêhtir bê berfirehkirin û piştgirî jê re bê dayin. -
Dr. Omer: Ji bo lawazkirina destketiyên Rojava tifaq têne avakirin
Ebdulkerîm Omer ragihand ku bûyerên herêmî yên dema dawî qewimîn li dijî destketiyên gelê Kurd bûn û destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava ne tenê ji bo mafên Kurdan, her wiha ji bo paşeroja demokratîk a Sûriyeyê ye. -
Remzî Kartal: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bi ser bikeve
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di civîna gel li Gotzisê de axivî û diyar kir ku ji her demê bêtir hewceyiya gelê Kurd bi yekîtî û aştiyê heye û anî ziman ku baweriya wî bi serketina pêvajoyê heye. -
10 şehîdên malbata Avras li Essenê hatin bibîranîn: Têkoşîna wan bingeha aştiyeke bi rûmet e
10 şehîdên ji malbata Avras, li bajarê Essen ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Xizmên malbatê û nûnerên saziyan ên di bîranînê de axivîn, destnîşankirin ku têkoşîna şehîdan bingeha lêgerîna azadî û aştiyê ya ku îro tê meşandin, pêk tîne. -
Şandeya Zanîngeha Kobanê beşdarî konferanseke navneteweyî bû
Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê beşdarî konferansa akademîk a navneteweyî ya bi navê "Kurd li Diyasporayayê: Bandora Navneteweyî û Nêrînên ji bo siberojê" bû ku li bajarê Bonn ê Elmanya hate lidarxistin. -
Enternasyonalîst li Cenevreyê civiyan: Banga beşdarbûna meşa li dijî G7’an hat kirin
Di konferansa enternasyonalîst a li Cenevreyê hat lidarxistin de modernîteya kapîtalîst, mêtingerî, şerên kûrewî û têkoşînên rizgariya gelan hatin nîqaşkirin. -
Çalakvanên Strasbourgê: Em tevahiya Kurd li gel Rêbertiyê xwe ne
Çalakvanên ku li Strasbourgê Nobeta Azadiyê ya ket hefteya 729’an dewr girtin, destnîşankirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê heta dawî bidomînin. -
Li Bensheimê ji çanda Kurdî re eleqeyeke mezin
Di Burgerfestê (Mihrîcana Bajêr) de ku li bajarê Bensheim ê girêdayî eyaleta Hessen ê Elmanyayê her sal tê lidarxistin û yek ji girîngtirîn çalakiya civakî ya bajarî ye konê Kurdan eleqeyeke mezin dît. -
Li PE’yê çareseriya alternatîf û pêşeroja Îranê hatin nîqaşkirin
Li Parlamentoya Ewropayê (PE) di du panelên dawîn ên konferansa "Îraneke demokratîk bi hev re dihûnin“ de li ser pêşeroja Îranê, avakirina demokratîk û îhtîmalên alternatîf rawestiyan. -
Kedkarê şoreşê Xalê Cemîl wê li Arnhemê were bibîranîn
Muslum Kurtgozu (Xalê Cemîl) ku ji rojên destpêkê yên Tevgera Azadiya Kurd ve nêzîkî nîv sedsalê pêşengiya gel kir, piştî jiyana xwe ji dest da wê sibê li Arnhemê bi merasîmeke were bibîranîn. -
Konferansa Îranê ya li PE'yê. Daxwaza Îraneke demokratîk û nenavendî
Di konferansa li ser paşeroja Îranê de panela destpêkê pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser zextê û ji bo paşerojeke demokratîk daxwaza Îraneke demokratîk û nenavendî kirin, ku mafên gelan lê tê naskirin. -
Moini li Parlamanta Ewropayê ji bo Îranê ‘xwerêveberiya demokratîk’ pêşniyar kir
Endamê Konseya Seroktiyê ya PJAK’ê Siyamend Moini, di axaftina xwe ya li Parlamanta Ewropayê de behsa pêvajoya ‘krîtîk’ a ku Îran tê re derbas dibe kir û pêşniyara xwerêveberiya demokratîk kir. -
Li Parlamenta Ewropayê paşeroja Îranê tê nîqaşkirin
Li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê bi sernavê "Em Îran a demokratîk bi hev re ava dikin" destpê kir. -
Kurdistaniyan bang li KE’yê kirin: Hêza xwe bikar bîne!
Kurdistaniyên ku li Strasbourgê kom bûn, bang li Konseya Ewropayê kirin ku ji bo biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê were bicihanîn hemû mekanîzmayên xwe bikar bîne da ku û gotin, "Zextê li ser Tirkiyeyê bikin û biryarê bicî-ih bînin." -
Li Cenevreyê banga çalakiya li dijî G7’ê: Em hemû YPJ ne
Di banga çarçoveya kampanyaya “Em hemû YPJ ne” de, ciwan, jin û raya giştî ya demokratîk ji bo çalakiya li dijî G7 ku wê di 14’ Hezîranê de li Cenevreyê were lidarxistin, hatin vexwendin. -
Li pêşiya NY’ê çalakî: Ji bo Rêber Apo mafê hêviyê divê tavile were pêkanîn
Nobeta Azadî ji bo Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemê dewam dike, gihîşt hefteya 280’an. -
Li Belfastê di xwepêşandanên li dijî koçberan de xanî û wesayît hatin şewitandin
Li paytexta Îrlandaya Bakur, Belfastê di dema xwepêşandanên li dijî koçberan de gelek xanî û wesayît hatin şewitandin. Serokwezîr Michelle O’Neill bûyer weke “tundiya nîjadperest û holîganiya eşkere” nirxand. -
Heyeta Zanîngeha Kobanê bi Prof. Dirk Ruchtus re civiya
Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Kobanê Dr. Eşref Mehmûd li Brukselê bi Profesor Dirk Rochtus ê Zanîngeha Katolîk a Leuven re civiya.