BI DÎMEN

Karawana Dayikan li Mannheimê bi gel re civiya

Karawana Dayikan a ku li Elmanyayê ji bo mezinkirina piştevaniya bi Rojava re bi rê ket, li Mannheimê bi çalakiyeke bi sedan kesan re li hev civiya.

Karawana Dayikan a ku bi armanca mezinkirina piştevaniya bi Rojava re û balê kişandina ser ambargo û dorpêça li ser Kobanê, derketin tura Elmanyayê, li Mannheimê bi çalakiyeke bi sedan kesan re li hev civiya.

Dayikên ku ji Hamburg û Heilbronnê ya Elmanyayê bi rê ketin, wê di hefteyekê de li bajarên cuda ên Elmanyayê çalakiyan pêk bînin û têkoşîna jinan a li Rojava, tecrubeya jiyana hevpar a gelan û mîrateya berxwedana Kobanê bikin rojev.

Bi sedan kes tevlî çalakiya ku di 14’ê Hezîranê de li Alte Feuerwache ya li Mannheimê hate lidarxistin, bûn. Di serî de jin, gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.

Di tevahiya çalakiyê de, gelek caran dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.

Moderatoriya çalakiyê ji aliyê Ezo Ozlem ve hat kirin û li ser navê MLPD, NÇM û Karawana Dayikan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de peyamên piştevaniyê ji bo pergala demokratîk a ku li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye avakirin, hate dayîn. Her wiha êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ambargoya li ser Kobanê kirin rojev.

Çalakvanan diyarkirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî êrîşên li ser herêmê bêdeng nemînin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

Di çarçoveya bernameyê de bi helbestekî têkoşîna azadiyê û berxwedanê ya jinên Kurd hate vegotin.

Di beşa muzîkê ya çalakiyê de Cano Yildiz, Pervîn Rojava û hevalên wî derketin ser dîkê. Çalakî bi stran û govendan dewam kir û bi peyamên piştevanî û atmosferekî bi coş bi dawî bû.