Referandûma li Swîsreyê: Dibe ku bibe yekem welat ku sînorê datîne pêşiya nifûsê
Li Swîsreyê hilbijêr ji bo pêşniyarek li dijî koçberiyê ku armanca wê ew e ku nifûsa welêt heta sala 2050'an ji 10 milyonan derbas nebe, deng didin.
Li Swîsreyê hilbijêr ji bo pêşniyarek li dijî koçberiyê ku armanca wê ew e ku nifûsa welêt heta sala 2050'an ji 10 milyonan derbas nebe, deng didin.
Ger ev pêşniyar were pejirandin, Swîsre dê bibe yekem welatê cîhanê ku ji bo nifûsa xwe sînorê qanûnî datîne. Pêşniyar ji aliyê Partiya Gel a Swîsreyê (UDC) ve tê piştgirîkirin û armanc dike ku bi kêmkirina koçberiyê re, zêdebûna nifûsê were kontrolkirin.
Niha li Swîsreyê nêzîkî 9,1 milyon kes dijîn û ji çaryeka nifûsê zêdetir ji biyaniyan pêk tê. UDC’ê, dibêje ku zêdebûna bilez a nifûsê li ser xanî, veguhestin, tenduristî û jîngehê zextê çêdike.
Li gorî pêşniyarê, ger nifûs ji 9,5 milyonan derbas bibe, divê hikûmet tedbîrên nû bigire da ku koçberiyê kêm bike. Ger nifûs ji 10 milyonan derbas bibe, Swîsre dê neçar bimîne ku di nav du salan de peymana azadiya tevgera kesan bi Yekîtiya Ewropayê re betal bike.
Hikûmeta Swîsreyê, parlamento, sendîka û rêxistinên karkeran li dijî vê pêşniyarê ne. Hikûmet hişyarî dike ku ev gav dikare bandoreke neyînî li ser aborî, bazara kar û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re çêbike.
Li gor anketan dengên “na” pêş de ne, lê tê payîn ku encama referandumê nêzîk hev bin. Encama referandumê ji bo siyaseta koçberiyê ya Swîsreyê û têkiliyên wê yên bi Yekîtiya Ewropayê re girîng tê dîtin.