Li Belfastê di xwepêşandanên li dijî koçberan de xanî û wesayît hatin şewitandin

Li paytexta Îrlandaya Bakur, Belfastê di dema xwepêşandanên li dijî koçberan de gelek xanî û wesayît hatin şewitandin. Serokwezîr Michelle O’Neill bûyer weke “tundiya nîjadperest û holîganiya eşkere” nirxand.

Li Belfastê şeva sêşemê protestoyên li dijî koçberan, veguherî bûyerên tundiyê. Xwepêşandan piştî êrîşa bi kêrê ya ku tê diyarkirin ji aliyê koçberekî Sûdanî ve pêk hatiye, destpê kirin. Dîmenên têkildarî êrîşê di medyaya dîjîtal de belav bûn, vê yekê bandoreke mezin li welêt kir.

PIŞTÎ ÊRÎŞÊ XWEPÊŞADANÊN NÎJADPEREST

Di vê bûyera ku ji xwepêşandanên nîjadperest re bûye hincet de, mêrekî derdora 40 salî, li kolanê bû hedefa êrîşa bi kêrê. Li gorî şahidan, êrîşkar hewl da qirika mexdûr bibire û gelek caran kêr li mêrê ku li erdê dirêj kiriye, xist. Bi saya mudaxileya hin kesên li derdor, bûyer bi mirinê encam nebû. Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê mexdûr rakirine nexweşxaneyê, lê rewşa wî krîtîk e.

Piştî ku dîmen bi lez belav bûn, bi sedan kesên ku rûyê xwe bi maskeyan veşartine, li nuqteyên cuda yên bajêr kom bûn. Di dema xwepêşandanan de otobusek û gelek wesayît hatin şewitandin. Di dîmenên li ser medyaya herêmî û televîzyonê de jî hate dîtin ku hin mal hatine wêrankirin.

MAL HATIN ŞEWITANDIN, NIŞTECIH HATIN TAHLIYEKIRIN

Ji ber şewata li herêmeke li bakurê navenda bajêr çêbûyî, kesên li apartmanê jiyan dikirin hatin tahliyekirin. Hêzên ewlehiyê û tîmên agirkuj, mudaxileyî şewatan kirin. Hat diyarkirin ku di bûyeran de zirara madî, mezin e.

Rayedaran diyar kir ku êrîş bi taybetî li taxên koçberan û malbatên biyanî, zêde bûne.

Serokwezîrê Îrlandaya Bakur Michelle O’Neill bûyerên qewimîne bi gotinên tund rexne kir û got, ev êrîş sûcekî ku nayê qebûlkirine, hin derdor mirovên bêgunek hedef digirin.

‘HINCETA NÎJADPERESTÎ Û TUNDIYÊ NABE’

O’Neill li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û got, “Ti eleqeya vê bûyerê bi civakê re nîne. Ev holîganiya eşkere ye. Êrîşa li Bakurê Belfastê şaştî bû. Lê belê hin derdorên xeter vê yekê ji bo hedefgirtina mirovên bêgunek bi kar tînin. Nîjadperestî û tundî li kuderê dibe bila bibe, şaş e. Ji bo van êrîşan bi ti awayî hincet nayên qebûlkirin.”

O’Neill bang li hemû aliyan kir ku sakîn bisekinin û rageşî hîn zêdetir nebe.