Li Duisburgê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê, Lecwan Munzur, Hevî Bahtiyar, Firat Çiçek, Tavîn Tekoşîn, Çekdar Qamişlo, Mazda Mariya, Rûmet Hevî Şoreş, Tekoşîn Koçgirî û Tolhildan Tîrej bi çalakiyeke hatin bibîranîn.

Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê, ji bo Lecwan Munzur, Hevî Bahtiyar, Firat Çiçek, Tavîn Tekoşîn, Çekdar Qamişlo, Mazda Mariya, Rûmet Hevî Şoreş, Tekoşîn Koçgirî û Tolhildan Tîrej ên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, ji aliyê Komîna Ciwanên NRW’ê ve çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Çalakî li Salona Im Holtkampê hate lidarxistin. Di salonê de wêneyên Rêber Apo û şehîdên ku bîranîna wan hate çêkirin û pankarta bi nivîsa “Wan ji bo me xwe feda kirin, em ê bi tekoşîna xwe wan bidin jiyandin” hate daleqandin.

Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Riha Dersim axivî. Dersim şehîdan bi bîr anî û derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir.

Dersim diyar kir ku gelê Kurd di encama têkoşîna bi salên dirêj de gihîşt nuqteya îro û anî ziman ku lêgerînên aştiyê û pêvajoya ku tê meşandin, bi saya têkoşîna şehîdan û Rêber Apo ye.

Dersim bi lêv kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê azadiya Rêber Apo şertê bingehîn e.

Li ser navê KOMAW’ê jî Şengê Kahraman axivî. Kahraman Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û sersaxiyê ji bo malbatan xwest.

Piştî axaftinan, malbatên şehîdan mafê axaftinê girtin û hestên xwe anîn ser ziman.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê li ser jiyana têkoşîna şehîdan dewam kir.

Hozan Rotînda Yektîner jî ji bo bîranîna şehîdan stran got.

Bîranîn, bi dirûşmeyan bi dawî bû.