Kurdistaniyên ji Elmanya, Fransa, Hollanda û Swîsreyê li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kom bûn, bal kişandin ser rola Rêber Apo ya çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê. Çalakvanan daxwaza naskirina "Mafê Hêviyê" û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropayê yên ku li ser banga KCDK-E û TJK-E’yê hatin Strasbourgê çalakiyên ji bo naskirina “Mafê Hêviyê” berdewam dikin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî” û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
SEVER: TÊKOŞÎNA ME HETA KU AZADÎ BIGIHÊJE DÊ BERDEWAM BIKE
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever di axaftina xwe de diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo were misogerkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Sever bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku biryara "Mafê Hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2014’an bi cih bîne û got: "Tevî biryarê, Konseya Ewropayê gav neavêtiye. Ev yek bû sedema êrîşên DAÎŞ’ê li ser Şengal û Rojava. Heman bêdengî niha dibe sedema êrîşên li ser Rojhilatê Kurdistanê. Bêdengiya we dibe sedema înkar û komkujiyên li ser gelê Kurd. Bikevin nava tevgerê û biryara DMME bi cih bînin. Ev biryar di heman demê de azadiya Abdullah Ocalan e."
ZUBEYDE ZUMRUT: DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ BIRYARÊN XWE BI CIH BÎNE
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut jî bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û diyar kir ku gelê Kurd bi salan e daxwaza azadî û statuya xwe dike. Zubeyde Zumrut biryara "Mafê Hêviyê" ya Konseya Ewropayê ya 2014’an bi bîr xist û anî ziman ku divê biryarên xwe bi cih bîne û got, "Rewşa Abdullah Ocalan rasterast bi nasname, statu û azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Gavên ku Konseya Ewropayê diavêje dê pêvajoya heyî xurt bike. Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna me berdewam bike. Divê biryara "Mafê Hêviyê" were bicihanîn û azadiya Ocalan were misogerkirin."
‘TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ BI CIH NAYNE’
Berdevka TJK-E Ayten Kaplan, yek ji parêzerên Rêber Apo Omer Guneş û Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus jî di çalakiyê de axivîn û daxwaza naskirina "Mafê Hêviyê" kirin.
Ahmed Karamus diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan ji sala 2012’an û vir ve ji bo azadiyaRêber Apo li ber Konseya Ewropayê nobedê digirin û bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Karamus got, "Qanûnên we yên maf, hiqûq û edaletê divê ji bo Birêz Ocalan jî were bicihanîn. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin û biryarê bi cih bînin. Divê êdî Birêz Ocalan li Îmraliyê nebe, divê bi awayekî azad li ser maseya muzakereyê be."
ÇOBAN: AZADIYA WÎ AZADIYA GELEKÎ YE
Hevserokê Federasyona KAWA Mehmet Çoban jî diyar kir ku divê saziyên Ewropayê xwedî li biryar û nirxên xwe derkevin.
Çoban anî ziman ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, wê di asta herêmî û kûrewî de jî encamên erênî bi xwe re bîne û wiha got, “Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê li welatê me û Rojhilata Navîn, wê li cîhanê jî geşedanên erênî bi xwe re bîne.”