Encamên destpêkê yên referandûma li Swîsreyê: Hewldan hate redkirin
Li gorî texmînên destpêkê yên referandûma li Swîsreyê, hewldana UDC a rastgiriya tund ku dixwaze nifûsa Swîsreyê bi 10 milyonî bi sînor bike, bi dengê ji sedî 55'an hate redkirin.
Li gorî texmînên destpêkê yên referandûma li Swîsreyê, hewldana UDC a rastgiriya tund ku dixwaze nifûsa Swîsreyê bi 10 milyonî bi sînor bike, bi dengê ji sedî 55'an hate redkirin.
Li gorî projeksiyonên destpêkê yên referandûma ku îro li Swîsreyê hate kirin, hewldana dijberiya koçberiyê ya Partiya Gel a Swîsreyê (UDC) a rastgiriya tund, ji aliyê hilbijêran ve hate redkirin.
Li gorî texmînên destpêkê yên saziya lêkolînê gfs.bern referandûma bi sernavê "Na ji Swîsreya ji 10 milyonî re" bi rêjeya ji sedî 55 ê dengan hate redkirin. Hate ragihandin ku ji sedî 45 ê hilbijêran dengê "erê" dan refeandûmê. Hate gotin, para kêm-zêde ya şaşitiya encamê 3 pûan e.
Li gorî hewldanê, ji bo nifûsa Swîsreyê heta sala 2050'î negihêje 10 milyon mirovî dihate xwestin ku koçberî bê bisînorkirin û dema gihîşt radeyekê, peymana gera serbest a bi Yekîtiya Ewropayê re bê betalkirin.