BI DÎMEN

Li Romayê pêvajoya nû hate nirxandin

Li paytexta Îtalya Romayê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civîneke gel hate lidarxistin. Îdrîs Balûken weke qiseker beşdarî civînê bû.

Di civînê de ku li Navenda Çandê ya Araratê hate lidarxistin, parlamenterê berê yê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê ya dema beriya niha Îdrîs Balûken pêvajoya ku bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê destpê kir, bi berfirehî nirxand.

Balûken diyar kir ku pêwîstiya Kurd û Tirkan bi aştiyê heye û got, "Di vê demê de ku Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, yekîtiya gelê Kurd wê gelekî girîng be."

Balûken bi vî rengî dewam kir, "Rêber Apo bi israr dixwaze ku konferanseke neteweyî bê lidarxistin, parastineke hevpar, gotineke hevpar û dîplomasiyeke hevpar bê afirandin. Çima vê dixwaze? Ji ber ku haya xwe ji metirsiyên biqewimin heye. Divê Kurd li çar parçeyan rabin ser piyan. Ji ber ku her parçeyek xwedî pirsgirêkên xweser e. Eger em bibin yek em ê karibin vê yekê çareser bikin. Naxwe em ê hemû winda bikin."

Piştî axaftina Îdrîs Balûken, beşdaran gelek pirs jê kirin. Balûken bersiv da pirsan û got, ji bo serketina pêvajoyê girîng e her kes tevlî vê pêvajoyê bibe.

Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.