BI DÎMEN

Li Cenevreyê banga çalakiya li dijî G7’ê: Em hemû YPJ ne

Di banga çarçoveya kampanyaya “Em hemû YPJ ne” de, ciwan, jin û raya giştî ya demokratîk ji bo çalakiya li dijî G7 ku wê di 14’ Hezîranê de li Cenevreyê were lidarxistin, hatin vexwendin.

Di çalakiyên ku îro li gelek bajarên cîhanê bi dirûşmeya “Em hemû YPJ’ê ne” tê lidarxistin de, ji bo azadiya jinan, demokrasî û têkoşîna hevpar a gelan peyamên piştevaniyê hatin dayîn.

Di daxuyaniya çarçoveya kampanyayê de hate destnîşankirin ku YPJ ne tenê hêzekî parastinê ye, nûnertiya modela li ser bingeha azadiyê jinan, demokrasî, jiyana ekolojîk û wekheviya gelan e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şoreşa jinan a ku li Rojava derket holê, nîşan dide ku bi pêşengiya jinan jiyanekî demokratîk û azad dikare were avakirin û hate destnîşankirin ku nirxên ku YPJ diparêze li dijî polîtîkayên şer, mêtîngerî û krîzê alternatîfekî xurt e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di piraniya biryarên ku civînên G7 ku hêzên aborîyên yên mezin ên cîhanê tîne ba hev de têne girtin, ne xizmetê gelan, lê xizmetê pêdiviyên derdorên sermaye û berjewendiyên jeopolîtîk dikin û hate gotin ku divê kesên alîgirê azadî, edalet û piştevaniya gelan dengê xwe bilind bikin.

Di daxuyaniyê de bang li ciwan, jin û tevahiya raya giştî ya demokratîk ên li Swîsreyê jiyan dikin, hate kirin ku tevlî çalakiya li dijî G7 ku wê di 14’ê Hezîranê saet 14 :00’an de li qada La Perle du Lac a li Cenevreyê were lidarxistin, bibin.