Li pêşiya NY’ê çalakî: Ji bo Rêber Apo mafê hêviyê divê tavile were pêkanîn

Nobeta Azadî ji bo Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê her roja Çarşemê dewam dike, gihîşt hefteya 280’an.

Kurdistanî û dostên wan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê, di çarçoveya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de banga bicihanîna berpirsyariyên xwe li saziyên navneteweyî dikin.

Çalakiya “Ji Rêber Apo re Azadî” ev hefte jî dewam kir. Çalakî ji bo bîranîna Leyla Agirî (Filîz Aslan), Xebat Amed (Yunus Balkaş), Bêrîtan Nurhak Çiya (Sultan Dag), Bager Erûh (Serhat Guneş) û tevahî şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre, Berdevkê Komîteya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” a Cenevreyê Veysel Kuşkanadi daxuyanî da. Kuşkanadi destnîşan kir ku divê rola Rêber Apo di çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd de were naskirin û ji bo avakirina aştiyeke mayînde azadiya wî pêk were.

Kuşkanadi diyar kir ku di doza Rêber Apo de naskirina mafê hêviyê, di bidawîkirina rejîma tecrîda girankirî û avakirina zemîna hiqûqî ya ji bo azadiya wî de, bibe gavekî girîng û anî ziman ku ev yek wê ji bo mafên bi hezaran girtiyên ku di statuya hiqûqî ya wekhev de ne, di demokratîkbûn û dewleta hiqûqê de bibe geşedaneke girîng.

Kuşkanadi bilêv kir ku Tirkiye û herêm ji qonaxekî dîrokî derbas dibin ku wê bandor li ser pêşeroja gelan bike û anî ziman ku dema rewşa herêmî ya Tirkiyeyê û avaniya piralî ya gelê Kurd ê li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê li ber çavan tê girtin, encama pêvajoya heyî ne tenê Tirkiye, bandor li tevahiya Rojhilata Navîn bike.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin;

"-Divê tavile biryara 2014 ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were pêkanîn.
-Di serî de Rêber Apo divê ji bo hemû girtiyên têkildar, mafê hêviyê were mîsogerkirin.
-Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mekanîzmayên xwe yên kontrolkirin û şopandinê ya li ser Tirkiyeyê bi awayekî çalak bidomîne.
-Ger pêwîst were dîtin, prosedurên îhlalê were pêkanîn.
-Divê dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn û Rêber Apo bi awayekî tam û bandor tevlî pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bibe.
-Divê astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were rakirin.