BI DÎMEN

Piştî Civata Giştî ya KNK’ê bangên ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘konferansê’

Piştî Civata Giştî ya KNK’ê gelek siyasetmedaran biryarên hatine dayîn nirxandin û destnîşan kirin ku ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê helwesta neteweyî, konferansa neteweyî û stratejiya hevpar were pêşxistin.

6-7’ê Hezîranê li bajarê Venlo yê Hollandayê 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê hate lidarxistin ku du rojan dom kir. Siyasetmedarên Kurd biryarên di civînê de hatine dayîn dinirxînin.

Di civata giştî de yekîtiya neteweyî, kombûna Konferansa Neteweyî ya Kurd û gavên ji bo ku gelê Kurd li qada navneteweyî nûneriya xwe xurt bike, derketin pêş. Siyasetmedar destnîşan dikin ku li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn, helwesta neteweyî ya hevpar pêwîst e.

STRATEJIYA HEVPAR NEÇARÎ YE

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Botan diyar kir ku di van rojên dîrokî de hêzên navneteweyî pozîsyonên nû diyar kirine û got, “Li Rojhilata Navîn û cîhanê guhertinên girîng çêdibin. Hêzên kûreyî û li Rojhilata Navîn dewletên otorîter û navendî li ser esasê berjewendiyên xwe polîtîka dimeşînin. Ev polîtîka jî li hemberî gelê Kurd xeteriyên cidî di nava xwe de digire. Ev geşedan ferz dikin ku êdî siyaseta Kurd bibe yek, hemû aktorên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê û beşên civakî di kongreyeke neteweyî de werin ba hev.”

Lezgîn Botan destnîşan kir ku divê li dora belgeyeke hevpar kom bibin ku mafên esas ên gelê me esas digire û li ser vê esasê siyasetek hevpar pêş bixin. Lezgîn Botan bilêv kir ku nûnerên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û şexsiyetên neteweyî yên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatin Kongreya KNK’ê, di ferqa xeteriyên heyî de ne û ji bo derbaskirina van xeteriyan di nava hewldanan de ne.

JI BO KONFERANSA NETEWEYÎ HÎNA PIR DERENG NÎNE

Siyasetmedar Demîr Çelîk jî diyar kir ku di Kongreya KNK’ê de têkildarî yekîtiya gelê Kurd têra xwe û berfireh nîqaş hatin kirin û got, “Îro ne tenê dema axaftina yekîtiyê ye, dema avêtina gavên şênber û bicihanîna biryarên ji bo vê yekîtiyê ye.”

Demîr Çelîk wiha pê de çû: “Divê em qebûl bikin ku ji bo yekîtiyê em dereng mane. KNK saziyeke 27 salî ye û di nava vê demê de ji bo yekîtiya neteweyî kedên mezin daye. Lê belê tevî van hemû hewldanan jî, di bin sîwana KNK’ê de di asta ku tê xwestin de yekîtiya neteweyî nehatiye çêkirin. Dibe dereng mabin, lê biryarên di vê civînê de hatine dayîn ji bo gelê me xwedî girîngiyeke stratejik e. Di pêvajoya Rojava de gelê me li çar parçeyan bi dirûşmeya ‘Yek e yek e, Kurdistan yek e’ peyameke girîng da me. Ji ber ku qedera me hevpar e. Zimanê me tê qedexekirin, çanda me di bin zextê de ye û baweriyên me tên hedefgirtin. Lewma divê em êdî stratejî û polîtîkayên ku yekîtiya neteweyî esas digirin pêş bixin. Girîngiya Kongreya KNK’ê jî tam li vir derdikeve holê. Ev civîn ji bo siberoja hevpar a gelê Kurd li ser bingehê yekîtiya neteweyî, gaveke girîng e ku dikare deriyê demeke nû veke.”

MISOGERIYA DESTKETIYAN, YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Siyasetmedar Huseyîn Yilmaz ragihand ku du rojan têkildarî yekîtiya Kurdan nîqaşên zêde hatin kirin û ev tişt anî ziman, “Divê mirov eşkere û zelal bêje ku, heta ku yekîtiya Kurdan çênebe, ti garantiya destketiyên gelê Kurd nîne. Îro em di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin. Rojava di bin xeteriyê de ye, Başûr di bin xeteriyê de ye. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî xeterî heye ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, were sabotekirin. Lewma ji bo parastina hemû destkeftiyên gelê Kurd, pir girîng e ku Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin. Ez bawer dikim ku bi yekîtiya neteweyî ya Kurd re wê bi gelên din re jî têkiliyên hîn xurttir û bi tendurist bên avakirin. Îhtimal heye ku li Rojava êrîşên nû bikevin rojevê. Bi heman rengî planên cuda li hemberî Kurdan û hewldanên êrîşê jî, mijara gotinê ye. Rojhilata Navîn jinûve şêwe digire û hêzên desthilatdar hewl didin herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Sekneke Kurdan a bi parçe, tiştekî bi Kurdan nade qezenckirin. Divê her kes bi ferq û cudahiyên xwe di nava vê yekîtiya neteweyî de cih bigire.”