Li Elmanyayê ji ber germahiya zêde gelek kes xeniqîn

Li Elmanyayê ji ber germahiya zêde ya di meha Hezîranê de, 99 kes di avê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Federasyona Rizgarkirina Deryayî ya Elmanyayê, di vê mehê de germahiya hewayê li hin herêman heta 41,7 pileyî bilind bû. Ji ber vê germê li daristanan şewat derket, di rêyên hesinî de pirsgirêk derketin û rêjeya mirinê zêde bû.

PIRANIYA QURBANÎ MÊR IN

Li gorî daneyên DLRG'ê, ji kesên ku xeniqîne 35 kes ji ser 50 saliyê re bûn, lê beşa herî mezin ji 40 kesên bin 30 saliyê pêk dihat. Hat diyarkirin ku ji sedî 90'î zêdetirê kesên mirine mêr in. Seroka DLRG'ê, Ute Vogt anî ziman ku mêr zêdetir rîskê didin ber çavên xwe û got ku girtina madeyên hişbir an jî alkolê rîska xeniqînê zêdetir dike.

GOL Û ÇEM CIHÊN HERÎ XETERNAK IN

Piraniya bûyerên xeniqînê di gol û çeman de qewimîn. DLRG'ê, hişyarî da ku herikîna xort a avê, guherîna ji nişka ve ya germahiya avê, nizanîna avjeniyê û xwe avêtina nav avên kûr, sedemên sereke yên van mirinan in.