Komîsyona Girtîgehên Marmarayê ya Şaxê Stenbolê ya ÇHD'ê li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Hejmara 6'emîn a Marmarayê ya li Sîlîvriyê rapora xwe bi raya giştî re parve kir.
Endamê Şaxê Stenbolê yê ÇHD'ê Naîm Emînoglû li civîna çapemeniyê axivî û anî ziman ku sîstema înfazkirina ceza ya li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyên siyasî giran kiriye û li Girtîgeha bi Hejmara 6'emîn a Marmarayê hiqûq hatiye betalkirin.
Di raporê de hate gotin, "Rejîma ku li Girtîgeha Hejmara 6'emîn a Marmarayê li hemberî girtiyên siyasî bi cih tê anîn, ji binpêkirinên mafên mirovan ên munferît wêdetir veguheriye êşkenceyeke bi rêk û pêk ku bi rêya Desteyên Îdare û Çavdêriyê mekanîzmayeke cezakirinê ya paralel hatiye avakirin."
HUCRE Û GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Di raporê de hate ragihandin ku girtî nêzî 22 saetan li hucreyên ji 8 metreçargoşeyî têne ragirtin û hate gotin, ev kiryar bêyî biryareke dadgehê yan jî dadgeriyê bi biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê tê meşandin.
ÇHD'ê her wiha diyar kir ku Cem Dûrsûn û Tacedîn Erol Şahîn 85 roj in, Hasan Basrî Yildiz 66 roj in, Cemîl Kûrt û Emîrcan Yazi jî 11 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Di raporê de hate ragihandin ku vîtamîna B1, çay û şekir ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne nayê danîn û ev yek jî binpêkirina mafê tenduristiyê ye.
ÇHD'ê ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û bicihanîna daxwazên girtiyan bang kir.