Dozgeriyê pêwîstî bi şopandina êşkenceya li dijî 2 Kurdên Rojhilatî nedît!

Di lêpirsîna têkildarî gliyê Salah Bimari û Resul Bimari yên Rojhilatî de biryara neşopandinê hate dayin, ku herdu kes li navçeya Şemzînan a Colemêrgê piştî ku hatin binçavkirin gotibûn êşkence û kiryarên xerab li wan hatiye kirin.

Salah Bimari û Resul Bimari ku 15'ê Gulanê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê piştî li ser sînor hate binçavkirin hatibûn girtin, bi îdîaya ku di binê çavan de êşkence û kiryarên xerab li wan hatiye kirin gilî kirin. Di lêpirsîna têkildarî mijarê de Serdozgeriya Komarê ya li Colemêrgê biryar da.

Di biryarê de hate ragihandin ku herdu birayên Bimari gotin di dema binçavkirinê de êşkence li wan hate kirin, lê belê dema ku raporên muayeneya edlî ya li ketina girtîgehê hatin amadekirin û dîmenên kamera ewlekariyê ya qereqolê hate nirxandin, delîleke têrker a ji bo vekirina doza cemaweriyê nehate bidestxistin.

Baroya Colemêrgê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) 25'ê Hezîranê ji ber êşkence û kiryarên xerab li Serdozgeriya Komarê ya li Colemêrgê gilî kiribûn.

Baroya Colemêrgê, ÎHD û OHD'ê diyar kirin ku wê li ber biryara neşopandinê rabin.