ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku banga Rêber Apo zemîneke girîng a çareseriyê pêşkêş iriye û got, divê bicihanînan sererastkirinên qanûnî, avêtina gavên demokratîkbûnê û têkoşîna civakî bi hev re bêne meşandin.

Toros Korkmaz ragihand ku feraseta netewe-dewletê ya yekperest a ku piştî Lozanê ava bû li pêşiya demokratîkbûnê astengiya bingehîn e û got, di serî de meseleya Kurd û azadiya baweriyan hemû pirsgirêkên bingehîn bi pergaleke destûra bingehîn a pirrengî dikarin çareser bibin.

Piştî teqînên sala 2007’an PDK’ê bi hinceta ewlehiyê Şengal veguherand girtîgeheke vekirî û bi rêya provokasyona bi wekalet, fitîla şerê civakî di navbera Êzîdî û Ereban de pêxist.

Endamê OHD'ê parêzer Alî Dîler diyar kir ku girtîgehên bi tîpa bîrê bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî weke amûreke polîtîkayên tepisandinê têne bikaranîn.