NY: Peymana Penaberan a 75 salî ji bo bi milyonan mirovî garantiya jiyanê ye

KBPNY di salvegera 75'emîn a Peymana Penaberan de ji bo parastina mafê penaberiyê, bicihanîna rêgeza venegerandinê û zêdekirina piştgiriya navneteweyî ya ji bo penaberan bang kir.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ - PENABER

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) bi wesîleya salvegera 75'an a Peymana Penaberan ku 28'ê Tîrmeha 1951'ê de hate îmzekirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku peyman hîn jî ji bo bi milyonan mirovî garantiya jiyanê ye.

Li gorî daxuyaniyê, peymana ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate amadekirin, ji bo mirovên ku ji ber zilm, şer û tundiyê neçar man welatê xwe biterikînin mafê ewlehiyê garantî kiriye û peyman sparteya hiqûqî ya bingehîn a sîstema parastina penaberan a navneteweyî ye.

KBPNY'ê diyar kir ku heta niha 149 dewletan Peymana Penaberan a 1951'ê, Protokola 1967'an an jî herdu jî îmze kirine û destnîşan kir ku peyman nîşan dide bê kî dikare weke penaber bê dîtin, mafên penaberan û berpirsyariya dewletan çi ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, rêgeza venegerandinê (non-refoulement) ku yek ji rêgezên bingehîn ên peymanê ye, vegerandina mirovan li welatên ku dikare zilm, êşkence an jî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî li wan bê kirin qedexe dike û ev yek jî weke parçeyek ji hiqûqa irf û adetê ya navneteweyî li ser dewletan hemûyan ferz e.

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku li cîhanê şer û nearamî gihîştiye asta rekorê. Li gorî daneyên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, di sala 2025'an de li cîhanê zêdeyî 130 caran şer qewimî û ji ber vê jî 41,6 milyon penaber ji cih û warê xwe bûn.

Hate ragihandin ku zexteke cidî li ser sîstema penaberiyê heye û hate gotin, divê sîstema penaberiyê bi rengekî adîl û bi lez bê xebitandin.

Her wiha hate gotin, di rêvebirina sînoran de jî girîng e parastina mafê penaberiyê esas be û fikarên li ser vegerandina bi zorê û astengkirina ketina welêt hatin parvekirin.

KBPNY bi wesîleya salvegera 75'an a Peymana Penaberiyê bang li civaka navneteweyî kir û xwest, sozên ji bo saziya penaberan nû bike, hevkariya navneteweyî xurt bike û hîn bêhtir piştgiriyê bide penaberan û civakên ku malovaniyê ji wan re dike.