BI DÎMEN

Li Parîsê êrîşa bi kêrê: 3 kes birîndar bûn, êrîşkar hate binçavkirin

Li paytexta Fransa Parîsê ji ber êrîşa bi kêrê 3 kes birîndar bûn. Polîsan êrîşkar li cihê bûyerê binçav kir û sedemê bûyerê jî tê lêkolînkirin.

Êrîş li gorî saeta herêmî derdora 11.30’an li herêma Porte de Clichy a li bakurêrojavayê Parîsê, pêk hat. Li gorî çavkaniyên polîsan 3 kesên bi temenê 19, 24 û 36 bi kêrê birîndar bûn. Rayedaran ragihand ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û xeterî li ser jiyana wan nîne.

Polîsên hatin cihê bûyerê, li wir êrîşkar binçav kirin.

Hat ragihandin ku hîna nasnameya êrîşkar nehatiye piştrastkirin û sedemê bûyerê tê lêkolînkirin.