Abelardo de la Espriella li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Di hikumeta min de wê ti têkilî bi tîraniyê re nebe."
De la Espriella anî ziman ku rêveberiya nû wê têkiliyên dîplomatîk bi Kuba û Nîkaragûayê re bibre û got, her wiha wê li derveyî welat 15 konsolosxane û 14 sefaretxaneyên bilind bigire.
BI PIŞTGIRIYA DYE'YÊ HATE HILBIJARTIN
De la Espriella ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi rêjeyeke kêm bi ser ket, di dema kampanya hilbijartinê de bi rengekî eşkere piştgirî ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump wergirtibû.
Serokkomarê çepgir Gustavo Petro ku xwe amade dike wezîfeyê radest bike, lîderê nû weke "Karkirina li gorî fermanên Wezareta Karên Derve ya DYE'yê" sûcdar kir û anî ziman ku Trump dest li siyaseta Kolombiyayê werda.
LI QÛDSÊ WÊ MÎSYONA DÎPLOMATÎK JINÛVE BÊ VEKIRIN
Serokkomarê nû diyar kir ku di polîtîkaya derve de wê gavên nû ji bo Îsraîlê biavêje.
De la Espriella anî ziman ku wê mîsyona dîplomatîk a Kolombiyayê ya li Qûdsê jinûve veke û hewldana Gustava Petro ya vekirina sefaretxaneya bilind a li xaka Fîlîstînê bisekinîne.
Rêveberiya nû plan dike ku bi hinceta teserûfa budçeyê di serî de li Cezayîr, Haîtî, Barbados, Macaristan, Senegal, Etiyopya û Efrîkaya Başûr li gelek welatan sefaretxaneyên xwe yên bilind bigire.
Hate ragihandin ku Fransa û Îtalya jî di nav de li hin welatan wê nûnertiyên dîplomatîk bibin yek.