Romanyayê di sê rojan de 3 ÎHA xistin xwarê: ‘Naye qebûlkirin’

Romanyaya, di sê rojên dawî de sêyemîn balafira bêmirov (ÎHA) ku sînorê hewayî yê welêt binpê kiribû, xist xwarê. Serokkomarê Romanyayê Nicuşor Dan, Rûsyayê bi binpêkirina sînorê hewayî yê welatê xwe sûcdar kir û got, ev tişt "nayê qebûlkirin".

Wezareta Parastinê ya Romanyayê, ragihand ku balafira F-16'an di ser Deryaya Reş re ÎHA'yek xist xwarê. Ev di sê rojan de ÎHA'ya sêyemîn e ku tê xistin.

Romanya ji sala 2022'yan û vir ve bi van binpêkirinan re rû bi rû ye, lê vê carê yekem car e ku ewqas nêzîkî Paytext Bûkreşê ÎHA hatine bêbandorkirin.

Serokkomar Nicuşor Dan, diyar kir ku ÎHA'ya roja Înê hatî xistin, ÎHA'ya kamikaze ya cureyê ‘Sahid’ a Rûsyayê ye. Lêkolînên ji bo yên din berdewam dikin.

Serokkomar Dan, li ser X'yê bertek nîşan da û got: "Binpêkirina sînorê hewayî yê Romanyayê, NATO û YE'yê ji aliyê Rûsyayê ve nayê qebûlkirin."