Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

Li Pênciwênê zêdetirî hezar donim pûş û daristanên xwezayî şewitî.

Li çiyayê ku dikeve pişt gundê Kejan (Kanî Manga) yê navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê ji ber sedemek nediyar şewat derket.

Ji ber asêbûna deverê û hebûna mayîn û teqemeniyan şewat nehatiye kontrolkirin.

Endamê Rêxistina Milkewe ya ji bo parastina jîngehê Bextiyar Elî têkildarî şewatê agahî dan ajansa me û got: “Ji saet 03:00’yê sibehê ve şewatek berfireh li deverê derketiye. Di encamê de zêdetirî hezar donim puş û daristanên xwezayî şewitînwe.”

Bextiyar Elî da diyarkirin ku niha tîmên agirkujiyê yên Pênciwên, rêxistina Milkewe û welatiyên navçeyê hewl didin pêşî li berfirehbûna şewatê bigrin. Bextiyar got ku ji ber hebûna mayîn û teqemeniyan ew nikarin şewatê kontrol bikin.

Heta niha sedemê derketina şewatê nayê zanîn, par jî bûyerek şewatê li deverê derketibû, di dema hewldanên vemirandinê de du jîngehparêzan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî lêkolînan diyar bibû ku şewat ji aliyê sinorê Rojhilatê Kurdistanê ve derketiye.