Êrişa destpêkê li taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhanê qewimî. R.E. (24) li pêşiya mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yuregîrê H.M.K. (40) a li Şaredariya Pozantiyê ya li taxa Kişlayê dixebitî û ku ber cihêbûnê bû ji aliyê nobedarê taxê H.E.K. ve hate kuştin. H.E.K. ê piştî êrişê reviya, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Li navçeya Ceyhanê Yûsûf Erdem (29) li cihê lê dixebitî di encama êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû. Erdem li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de kesek jî birîndar bû.
Êrişa dawî li qada Ruzgarli Tepe ya taxa Kabasakal a li navçeya Çûkûrovayê hate kirin. O.A. bi çekê Alî Can Demîr (25), Sînan Îlbey (28) û S.Y. (44) kuşt. O.A. ku piştî êrişê reviya, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.