Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sariyer a Stenbolêderbarê êrîşa nijadperestî ya li ser firoşkarê birinc Adem Yildiz û du xizmên wî li daxuyanî da.
Hevberdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partiyê yê Stenbolê , Çetîn Yildiz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku êrîşên ji ber nasnameya Kurd a li hemberî welatiyan nayên qebûlkirin. Yildiz destnîşan kir ku komeke nêzîkî 70 kesan êrîşî 2 kesan kirine û di êrîşê de gotinên nijadperestî hatine bikaranîn û got, "Nijadperestî yek ji astengiyên li pêşiya pêşveçûna Tirkiyeyê ye. Banga me ji desthilatê û hemû aliyên peywendîdar re ev e ku ji bo pêşî li êrîşên nijadperest ên bi vî rengî bigirin û pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çaraserkirin, divê gavên pêwîst bên avêtin.”
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Sariyerê Alîcan Akbaca daxuyaniya çapemeniyê xwend. Akbaca diyar kir ku piştî bûyera yekem koma nijadperest bi hinceta "lihevhatinê" xefik danî û bi armanca lînckirinê êrîş kirine.
Akbaca bang li civakê kir ku li hember provokasyonan bi hestyarî tevbigerin û wiha berdewam kir: "Em ê ti carî li ber dizî, sûcên nefretê û çanda lîncê serî netewînin. Em ê li pişt aştiya civakî, çareseriya demokratîk û pêşerojeke hevpar bisekinin. Em bang li tevahiya raya giştî dikin ku li hember van êrîşan hestyar bin û ji bo xurtkirina îradeya aştî, demokrasî û çareseriyê xwedîderketina hiqûqa xwişk-biratiyê derkevin.”