Li Rojhilatê Kurdistanê krîza jîngehê kûr dibe

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber şewatên daristanan, pirsgirêka avê û nêçîra neyasayî krîza jîngehê kûr dibe. Pisporan ji bo jiyana xwezayî û tenduristiyê gel hişyariyên cidî dan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herana, derbarê qeyranên jîngehê yên li Rojhilatê Kurdistanê, hefteya borî raporek belav kir.

Li gorî daneyên hatine tomarkirin, zêdetirî 100 hektar daristan li deverên cuda yên daristanên Zagrosê şewitîne.

Di raporê de hate nîşandan ku li beşa başûrê daristanên Zagrosê, guhertina avhewayê, balindeyên nêçîrvaniyê yên mîna Hêloya Zêrîn û Teyrê Baz li ber tinebûnê ne.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama êrişên li ser jîngeha herêmê de, yekeyên parastina jîngehê yên li bajarên Kirmaşan, Selmas û Selasî Bawecanî, gelek torên nêçîrvaniyê yên neyasayî desteser kirine û nêçîrvan girtine.

Li gel vê, li gorî daneyên kompanyayên avê yên parêzgeha Urmiyeyê, kêmbûna avê gihîştiye asteke xeternak; ji ber vê çendê di warê çandiniyê de pirsgirêkên mezin derketine û asta ava bin erdê li 32 deştan ji ber kolandina bîrên neyasayî bi tevahî daketiye û kûrahiya bîran li hinek cihan gihîştiye 380 metreyan.

Pisporên jîngehê dibêjin ku hişkesalî, kêmbarîn, bikaranîna neyasayî ya çavkaniyên avê û nebûna pilan û xemsariya berpirsan, sedemên sereke yên kûrkirina vê qeyranê ne li van navçeyên Kurdistanê. Ev jî gefeke raste rast li ser jîngeha kûvî û tenduristiya welatiyan çêdike.