Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan
Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş Kazim Avci, Îrfan Yilmaz û Mehmet Şirîn Çelîk daxuyanî hatin dayîn û banga berdana wan hate kirin.
Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş Kazim Avci, Îrfan Yilmaz û Mehmet Şirîn Çelîk daxuyanî hatin dayîn û banga berdana wan hate kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya ku du hefteyan carekê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Şaxa Sumerbankê ya Kevn a Konakê domand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyê nexweş Kazim Avci yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Sincanê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc’ hate vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Nazli Tûran ve hate xwendin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê ji bo bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefte li ber avahiya komeleyê ya li Beyogluyê çalakiya “Rûniştina F” lidar dixe. Vê hefteyê çalakiya 748’an hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îrfan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û banga berdana girtiyên nexweş hate kirin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş di hefteya 620’an a çalakiya xwe de li Qada Sakarya hatin ba hev. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Şirîn Çelîk (70) ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Xarpêtê tê ragirtin û 3’yê Tîrmeha 2026’an xwîn çûbû ser mejiyê wê.