Girtiyê lingê wî şkestî nabin nexweşxaneyê
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiyeyê girtiyê lingê wî şkestî Aydin Oguz nayê rakirina nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiyeyê girtiyê lingê wî şkestî Aydin Oguz nayê rakirina nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiyeyê Aydin Oguz 19’ê Tîrmehê dema spor dikir, lingê wî şkest.
Oguz 21’ê Tîrmehê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirinên mafan kir. Li gorî agahiyên daye malbata xwe, Oguz rakirina revîra girtîgehê. Malbatê diyar kir ku li tevîrê piştî tedawiya ewilî, ji ber ku Aydin Oguz ferzkirina “lêgerîna dev” qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nekirine.