Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

Gel bertek nîşanî polîsên ku pankarta li dijî tiryakê ya li taxa Xaçortê hatibû daliqandin daxistin, da. 

Platforma Şiyar Be, li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi daxuyaniyek bertek nîşanî polîsên ku pankarta li dijî tiryakê daxistin, da. Tevî nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedaran, gelek welatiyên taxê jî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka platformê Rûken Kiliç ku metna daxuyaniyê xwend, da zanîn ku wan serdana şêniyên taxa Xaçortê kirine û dîtine ku welatî beriya dewlet û saziyan ketine tevgerê. Rûken Kiliç anî ziman ku gelê Xaçortê li dijî zêdebûna karanîna hişbirê, daketina temenê destpêkirina madeyan û ketina bazirganên jehrê ya heta nava taxan, dibêj ‘Êdî bes e’ û wiha got: "Em vê sekna birûmet silav dikin û bi raya giştî re parve dikin ku em li cem wan in. Hişbir ne tenê pirsgrêkek takekesî ye; êrişeke sîstematîk e li ser siberoja bajêr, ciwanên me û aramiya civakî ye. Ji ber vê yekê, li ber ku em têkoşînê di qadek teng de bihêlin, mecbûrî ye ku em hemû dînamikên bajêr tev li vê têkoşînê bikin."

Rûken Kiliç anî ziman ku hemû saziyên civakî yên sivîl, komele, platformên jin û ciwanan ên li Wanê, hêzên ewlehiyê vedixwînin ku berpirsiyaritiyê hildin. Rûken Kiliç bi domdarî wiha got: "Di serî de Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan, hemû rêveberên herêmî û burokratan, partiyên siyasî û nûnerên gel vedixwînin ku xeteke têkoşînê ya hevpar û biryardar ava bikin. Li dijî firoşkarên tiryakê û yên ku vê bazirganiyê organîze dikin divê polîtîkayeke bêtolerans bê sepandin, nobedên gel ên li taxan ji aliyê saziyên fermî ve bên piştgirîkirin, xebatên perwerdehiya pêşîlêgirtinê û rehabîlîtasyonê bi lezgînî bên zêdekirin. Divê li her taxê nimûneyên hişyariyê û piştevaniyê yên dişibin vê bên zêdekirin. Wekî Platforma Şiyar Be, em amade ne ku ji bo vê hişyariya ku li taxa Xaçortê dest pê kiriye li tevahiya Wanê belav bikin, tiştê ku dikeve ser milê me bikin. Ev tax ne bi tenê ye, Wan ne bi tenê ye, ji tiryakê re na, em ê destûrê nedin bazirganên tiryakê. Tax ê me ne."

Piştre Ayten Sargol ku yek ji şêniyên taxê ye, axivî û da zanîn ku ew têkoşîna li dijî tiryakê ne tenê ji bo taxa xwe, ji bo mirovahiyê dikin. Ayten Sargol diyar kir ku ew êdî nahêlin li taxa wan madeyên hişbirê bên firotin û wiha got: "Çima polîsan pankarta me ya li dijî tiryakê daxist? Em tiştekî xirab nakin, hûn jî divê alîkariya me bikin. Hûn weke polîs wan kesên karê hişbirê dikin yek û yek nas dikin, çima hûn wan kesan nagirin? Ev gel nezan û kor nîn e, em her tiştî dibînin. Me berê jî alikarî ji we xwest, lê we baştir nekir xirabtir kir. Lewma êdî em bi xwe dê dest biavêjin vê meseleyê. Em ê taxa xwe jî û zarokên xwe jî biparêzin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.