Li Cizîra Botanê kesek hat binçavkirin
Polîsan li taxa Yasef a navçeya Cizîrê bi ser malekê de girtin û Botan Ugan binçav kirin.
Polîsan li taxa Yasef a navçeya Cizîrê bi ser malekê de girtin û Botan Ugan binçav kirin.
Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din polîsan bi ser mala malbata Ugan de girtin û welatiyê bi navê Botan Ugan (33) binçav kir.
Di serdegirtina malê de li gel ku malî dibêjin em tên derî vedikin jî polîsên rûpoş deriyê hewşê şikandin û bi wî awayî ketin hundir. Polîsan pirsa O. Ugan jî kirin û piştî lêgerînê Botan Ugan binçav kirin. Botan Ugan û ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.