Dr. Dilşad Îsmet bû Midûrê Tenduristiyê yê Kobanê
Dr. Dilşad Îsmet di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bo Midûriyeta Tenduristiyê ya Kobanê hat tayînkirin.
Dr. Dilşad Îsmet di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bo Midûriyeta Tenduristiyê ya Kobanê hat tayînkirin.
Di çarçoveya pêkanîna bendên Peymana 29`ê Çileyê de Dr. Dilşad Ismet bû midûrê Midûriyeta Tenduristiyê ya Kobanê.
Bijîşk, dermansaz û nûnerên saziyên tenduristiyê û aliyên têkildar tev li merasîma tayînkirina Dr. Dilşad Ismet bûn.
Di merasîmê de hate gotin ku divê pirsgirêkên qada tenduristiyê werin çareserkirin. Her wiha gotin divê xebata nexweşxane û navendên tenduristiyê were şopandin û birêxistinkirin.
Dr. Dilşad Ismet, jî di merasîmê de axivî û got ew ê baş xizmeta welatiyan bikin û pêdiviyên wan pêk bînin.