Îran kolberekî Kurd qetil kir

Hêzên Îranê li Urmiyê kolberê bi navê Resûl Qelenderî (21) qetil kir.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê kolberê Kurd ê bi navê Resûl Qelenderî (21) ê xelkê navçeya Qetur a bajarê Xoyê li sinorê Belcok ê parêzgeha Urmiyê di encama gulebarana rasterast a hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîma Îranê bêy ku pêşwext kolberan agahdar bikin, rasterast gule li komek kolber barandine. Di encamê de Resûl Qelenderî birîndar bû. Piştre hêzên Îranê dema nêzîk dibin, dibînin birîndare sê guleyan li serê wî didin û qetil dikin.

Resûl Qelenderî zewiciyî bû, du zarokên wî hene, zarokên wî yek jê sê saliye yê din jî pênc mehî ye.