Korkmaz: Heta ku paradîgmaya piştî Lozanê ava bû neyê guhertin, demokratîkbûn pêk nayê

Toros Korkmaz ragihand ku feraseta netewe-dewletê ya yekperest a ku piştî Lozanê ava bû li pêşiya demokratîkbûnê astengiya bingehîn e û got, di serî de meseleya Kurd hemû pirsgirêkên bingehîn bi pergaleke destûra bingehîn a pirrengî dikarin çareser bibin.

Krîzên ku li Rojhilata Navîn giran bûn, statukoya netewe-dewletê ya yekperest careke din kir mijara nîqaşê ku beriya 103 salan bi Peymana Lozanê ava bû. Vê peymanê Kurd bê statu hişt, bi çar parçeyan parçe kir û polîtîkayên asîmîlasyonê ferz kir. Dr. Toros Korkmaz encamên dîrokî û rojane yên Peymana Lozanê ji ANF'ê re nirxand.

Korkmaz qala pêvajoya dîrokî ya Peymana Lozanê kir û got, "Beriya niha bi 103 salan, di 24'ê Tîrmeha 1923'an de kadroyên Kemalîz ên damezrînerên Komarê ku weke dewama Îttîhat û Terakkî dihatin pênasekirin, bi dewletên herî xurt ên emperyalîst ên wê demê di serî de Îngilistan û Fransa bi 8 dewletan re deh mehan bazarî kirin û di encamê de jî li bajarê Lozan ê Swîsreyê Peymana Lozanê îmze kirin.

Bi vê peymanê re ji bilî bajarê Hatayê ku sala 1939'an tevlî xaka welêt hate kirin, sînorên niha yên dewleta Tirkiyeyê hate xêzkirin. Peymana Sewrê betal bû ku soza dewlet, herî kêm xweseriya siyasî dabû Ermenan û Kurdan. Lê belê ji vê jî wêdetir paradîgmayeke siyasî derkete holê ku Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn girt nava xwe û bandora xwe heta vê demê jî dewam dike."

Korkmaz bi bîr xist ku Komara piştî Lozanê ava bû feraseta Îslam a Sûnî û nasnameya Tirk veguherand referansa damezrîner a dewletê, xeteke bi vî rengî ya îdeolojîk meşand û got, "Ev paradîgmaya ku di destnîşankirina çarçoveya wê de dewletên empyeralîst ên xurt ên wê demê tê de xwedî pareke girîng bû, bi dîtina min xwedî sê taybetmendiyên bingehîn e.

Ji van a destpêkê ew e ku serweriya mutleq a neteweya li welêt serdest e, weke şêweyê rêxistinbûna siyasî modela netewe dewletê ava bike Komara Tirkiyeyê ku sê meh piştî Peymana Lozanê ava bû, di pratîkê de bû ewleteke Tirk; piştî wê jî li Sûriye û Iraqê netewe dewletên Ereb ava bûn.

Ya duyemîn jî; sûcên qirkirinê, sûcên mezin ên li dijî mirovahiyê yên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn û piştî wê hatin kirin ji nedîtî ve bên û rêveberên ku ev sûc kirin neyên cezakirin û weke jiyana xwe di asta rêveberên elît de dewam bikin.

Ya sêyemîn jî pêşîvekirina li koça bi zorê ya gelên mezin ji ser xaka xwe ya bi hezaran salan."

'LOZANÊ SÎSTEMEKE WELÊ AVA KIR KU KURD BÊ STATU HIŞT'

Têkildarî bêstatuhiştina Kurdan jî Korkmaz got, "Destpêkê, Peymana Lozanê avakirina Komara Tirkiyeyê li ser bingeha Tirkbûnê bi fermî piştrast kir. Hemû saziyên dewletê, perwerde, polîtîkayên çandê, xizmetên olî û zimanê medyayê li ser esasê Tirkîtiyê hatin avakirin. Vê yekê jî di pratîkê de kir ku Kurd ku li Tirkiyeyê piştî Tirkan duyemîn gelê herî mezin e ji aliyê siyasî ve bêstatu bê hiştin. Di heman demê de bû sedem ku cografya Kurdistanê ya dîrokî di nava çar dewletan de bê parvekirin.

Kurd ku nekarîn mafê pêşvebirina çand û zimanê xwe bi dest bixin ku ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, hem bûn neteweya herî mezin a cîhanê ya bê dewlet hem jî li polîtîkayên giran ên asîmîmlasyonê yên bi rêk û pêk ên dewleta Tirk rast hatin.

Yek ji sedemên bingehîn ên rabûna raperînên Kurd ên piştî avabûna Komarê û tepisandina wan a bi rengekî giran, mirina bi deh hezaran mirovî ew bû ku bêstatuya siyasî ya Kurdan li Lozanê hate destnîşankirin."

MESELEYA KURD Û LÊPIRSÎNA LI PARADÎGMAYA PIŞTÎ LOZANÊ

Toros Korkmaz diyar kir ku paradîgmaya siyasî ya ku bi Peymana Lozanê re ava bû veguherîn avaniyeke neteweperest û şoven a li dijî pirrengiyê, ku xwe dispart feraseta yek ziman, yek milet û yek baweriyê ku hêmanên esasî yên rejîma siyasî ya Komara Tirkiyeyê ne. Toros Korkmaz ev nirxandin kir:

"Pogromên xeyrî muslim, komkujiyên li hemberî Kurd û Elewiyan, kuştinên siyasî û herî dawî jî têkoşîna çekdarî ya navbera dewleta Tirk û PKK'ê ku zêdeyî çil salan dewam kir û bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, ji encamên neyînî yên sereke yên vê paradîgmayê ne. Aştiya civakî ji dema avabûna komarê û vir ve nekariye bê pêkanîn.

Li Ewropayê yên ku herî zêde piştgirî dan Peymana Lozanê Partiya Nazî ya li Elmanyayê û rejîma Mûssolînî ya li Îtalyayê bû, ku ev yek tesadufî nîne. Rejîmên nijadperest, şoven, neteweperest, antîdemokratîk û otorîter piştî Lozanê di salên 1920 û 1930'î de hem li Ewropayê hem jî li Rojhilata Navîn piştgirî dan hev.

Her wiha eşkere ye ku piştî 103 salên di ser re derbas bûn, aktorê herî girîng ê siyasî yê ku kare paradîgmaya bi Peymana Lozanê re ava bû biguherîne, tevgera Kurd a demokratîk e ku salên dawî rêxistinî û hişmendiya xwe ya siyasî xurt bûye. Kurd li nava mercên siyasî yên cuda yên çar welatên lê dimînin; li Iraqê statuyeke xweser a berfireh bi dest xistine, li Sûriyeyê heta astekê xweserî ava kirine, li Îran û Tirkiyeyê jî daxwaza statuyê dikin.

Wezîfeya bingehîn a siyasetmedarên demokrat, sosyalîst, çep û pêşverû yên li Tirkiyeyê ew e ku polîtîkayên demokratîk biafirînin ku paradîgmaya netewe dewletê ya yekperest a bi Peymana Lozanê re ava bû ji holê rakin û bi tegera Kurd, hemû beşên civakî yên ji bo demokratîkbûn, pirrengî û welatîbûna wekhev têdikoşin re zemîneke siyasî ya hevpar ava bikin."

Toros Korkmaz anî ziman ku di vê serdemê de ku hevsengiyên siyasî li Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, dewamiya paradîgmayeke beriya sed salî hate avakirin hîn bêhtir dibe mijara nîqaşê û got, "Daxwaza statuya siyasî ya wekhev a gelên herêmê bi taybetî jî ıya Kurdan, lêgerînên demokrasiya xwecihî û modelên rêveberiya pirrengî hîn bêhtir têne dîtin û şênber dibin. Rêveberiya Xweser a Rojava mînaka herî balkêş a vê yekê ye.

Ji ber vê jî wezîfeya bingehîn a dema pêş a siyaseta pêşverû ya demokratîk ew e ku feraseta netewe dewletê ya yekperest ji holê rakin, wekheviya bawerî, ziman û gelan ji xwe re bike esas, rêveberiya xwecihî xurt bike, modeleke siyasî ya demokratîk a nû ya piştî Lozanê ava bike ku mafên mirovan ên gerdûnî ji xwe re dike esas û bi vê armancê têbikoşe."