Bernameya bîranîna 12’emîn salvegera fermanê ya 10 rojan destpê kir

Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin.  Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.

Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îro bi daxuyaniyekî bernameya 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Daxuyanî li Sûka Serî ya Şengalê bi tevlî bûna gelek endam û rêveberiyên saziyan hate lidarxistin. Daxuyanî ji alî Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên va hate dayin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em nêzî salvegera 12’emîn a fermanê dibin. Di serî de em hemû cangoriyên fermanê bîbîr tînîn. Di heman demê da şervanên ku bi hewara xelkê Êzîdî hatine û şehîd ketîne, em wan bîbîr tînîn. Dîlên me yên di dest çeteyên DAÎŞ’ê de ne, em ji xwedê hevî dikin roj berî rojeke din zûtir bigihêjin azadiya xwe.

Em Meclisa Gela Şengalê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve îro li Sûka Serî ya Şengalê amede ne. Ji îro heta 3’yê Tebaxê çalekiya bîranînê em li sûka serî pêk bînîn. Em hemû gelê xwe, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, oldar herkesî vedixwînin ku bên, em bi hev re ji bo cangoriyên xwe bîranîna pêkbînîn û birdariyekî ji bo cangoriyên xwe çêbikin. 

Em ji îro heta roja reş 3’yê Tebaxê bi hemû pêkhateyan ve li Sûka Serî amede bibin. Îro me careke din li Sûka Serî weneyên cangoriyên xwe hildin. Wê ji îro şûn ve bi pêşengiya Meclisa Gel a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û bi hemû saziyên xwe ve, emê li Sûka Serî û giştî Şengalê çalekiyên cûr bi cûr pêk bînîn.”