Di Konferansa Pêşeroja Şengalê de banga statuya destûrî hat kirin

Konferansa Şengalê banga li ser bingeha Destûra Iraqê rêveberiyek xweser a Şengalê bê avakirin, hat kirin. Di konferansê de hat diyarkirin ku ji ewlehiyê heta aborî, dabînkirina edaletê û gelek pirsgirêk dikarin bi statuya destûrî werin çareserkirin.

Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî ya Şengalê, li Mala Pêkvejiyanê ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê, konferanseke bi dirûşma “Pêşeroja Şengalê di navbera îradeya neteweyî û hevkariya civakî de” lidar xist.

Konferansa bi beşdariya zêdetirî 200 siyasetmedar, nûnerên pêkhateyên Êzidî, Mesîhî, Sunî, Şîa, Tirkmen, rêxistinên civakî, nûnerên YBŞ, YJŞ û TAJÊ hate lidarxistin. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di konferansê de bal kişandin ser pêwîstiya avakirina rêveberiyeke serbixwe û xweser di çarçoveya destûra Iraqê de hate kirin, dîsa projeya îdareya herêmî ji bo xurtkirina ewlehî, dadwerî, aborî û vegera birûmet a koçberan hate pêşkêşkirin û beşdarên her du panelan piştgiriya xwe ya temam ji bo vê nexşerêyê dan diyarkirin. Di konferansê de ku zêdetirî du sed kes amade bûn û bi du panelan dewam kir, bal hate kişandina li ser rêveberiyeke xweser a li gorî destûra bingehîn a Iraqê. Hemû pêkhateyên Şengalê yên ku beşdarî konferansê bûn, piştgiriya xwe ji bo vê projeyê dan diyarkirin.

Li ser navê Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî yên Şengalê, Dawid Cindî axivî û got: “Ez gelek serbilindim ku li ser navê Kordînasyona Pêkhate û Hêzên Neteweyî ya Şengalê, bi germî xêrhatina we bikim ji bo konferansa me ya ku di bin navê ‘Paşeroja Şengalê di navbera îradeya neteweyî û hevbeşiya civakî de’ tê lidarxistin. Civîna me rawestgeheke neteweyî ya berpirsiyare ji bo çareseriyeke saziyane ku li gel xwestekên rewa yên xelkê Şengalê bigunce.

Şengalê ji ber teror, pevçûn û fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê DAÎŞ’ê ve, bedelên giran dan. Tevlî van tawanên jenosîdê yên li dijî Êzîdî û pêkhateyên herêmê, zarokên Şengalê dilsozên Iraqê man û baweriya wan bi destûr û diyalogê ya xurt ma. Ji bo ku ev êş dubare nebin û mafên qurbaniyan, revandiyan û koçberan bên parastin, avakirina saziyên bihêz û jinûveavakirina baweriyê ferze.

Di vê çarçoveyê de, em projeya Îdareya Serbixwe ya Şengalê wek amûreke destûrî û sivîl pêşkêş dikin. Mebesta me rêveberiyeke herêmî ye ku di bin serweriya Iraqê û sêwana destûrê de bi taybetî bendên 14, 15, 122 û 125 — kar bike. Ev dîtin armanc dike ku bandora îdarî bilind bike, ewlehiyê xurt bike, geşepêdana aborî bîne û xizmeta hemû pêkhateyan bike.

Ev daxwaz ne ji bo cudahiyê ye, belkî ji bo pêkanîna dadwerî, serweriya qanûnê û vegera birûmet a koçberane. Bi peyama ber bi serokatî û saziyên dewletê ve, em hêvî dikin ku komîsyoneke yasayî û teknîkî nexşerêya vê îdareyê amade bike daku paşeroja Şengalê di nav Iraqeke yekgirtî de bi aramî bê avakirin.”

PANELA DUYEMÎN: RÊVEBERIYA XWESER PÊDIVIYEKE

Piştre panela duyemîn bi sernavê ‘Rêveberiya Xweser Pêdiviyeke' ji aliyê Pisporê Yasaya Destûrî Dr. Waîl Munzir El-Beyatî, Endamê Encumena Parêzgeha Neynewayê Êdan Şîvan Şêx Kaloyî, Pisporê Ewlehiyê yê teqawîtbûyî Reşîd Hesen Hemo, Lêkolînera Aborî Dr. Amine El-Zehebî û Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên hatin dayîn.

Di vê panelê de behsa rola rêveberiya xweser a di salên derbasbûyî de, her wiha qala destûra Iraqê hate kirin ku maf dide pêkhateyan daku xwe bi rê ve bibin û biparêzin. Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên, di panelê de bal kişand ser sazî û dezgehên Meclisa Gel ku ji dema fermanê ve ji bo Şengalê xizmetê dikin. Azad Hisên diyarkirin ku ew bi hemû hêza xwe amade ne daku bikaribin li gorî destûra Iraqê rêveberiyeke serbixwe ji bo Şengalê ava bikin. Azad Hisên destnîşan kir ku kî bixwaze ji bo Şengalê destê xwe dirêj bike û mijarên îdarî çareser bike, ew wekî Meclisa Gel amade ne.

Panela duyemîn ji aliyê ji pêkhateya Mesîjî Îsa Şemûn Lehdu, ji pêkhateya Sune Îsmaîl Mihemed Salih, pêkhateya Êzidî Seîd Etuş Qero, ji pêkhateya Şîa Mehmûd Reza El-E’recî, ji pêkhateya Tirmenan Ebdulrezaq Mistefa Reza El-Mewla û herî dawî jî ji pêkhateya Ereban Eweyd Elî El- Cihêşî axivîn.

Di vê panelê de jî nîqaşên berfireh li ser mijarên hevkariya di nava pêkhateyan de û gavên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî hatin nîqaşkirin.