PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşiyek mezin e

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) têkildarî Peymana Lozanê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Peymana Lozanê di dîroka gelê Kurd de wekî yek ji tarîtirîn rûpelan cihê xwe girt.”

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) têkildarî salvegera Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan daxuynaiyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Peymana Lozanê di dîroka gelê Kurd de wekî yek ji tarîtirîn rûpelan cihê xwe girt.

Gelê Kurd, yek ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e. Li axa Mezopotamyayê bi hezaran salan e şaristaniyên mezin ava kiriye û beşdariyeke girîng di pêşketina mirovahiyê de kiriye. 

Lê mixabin, bi Peymana Lozanê re axa pîroz a Kurdistanê bi hovane hate parçekirin û di navbera çar dewletan de hate dabeşkirin.

Peymana Sêvrê (1920) mafên Kurdan nas dikir, lê Lozanê ew hemû betal kir. 

Hêzên emperyalîst bi vê peymana şermê re, bi hevkariya dagirkeran, qedera gelê Kurd xesp kirin. Nasnameya me hate înkarkirin, ziman û çanda me hate qedexekirin, warên me hate talankirin û bi polîtîkayên qirkirin, koçberî û asîmîlasyonê sedsalek zilm li ser me hate sepandin.

Lê gelê Kurd tu carî bindestiyê qebûl nekir. Li her çar parçeyên Kurdistanê, bi fedakarî û berxwedaneke mezin, têkoşîna rizgariya neteweyî meşand.

Îro, di sedsala 21’an de, em êdî weke salên 1923’yan bêxwedî nînin. Statuya Başûrê Kurdistanê Peymana Lozanê di pratîkê de derbas kiriye.

Daxwaza me ji hemû Kurdan ev e:

Di 103 saliya Lozanê de bi yekîtiyeke neteweyî, bi stratejiyeke zelal û bi rûhekî serbilind rabin, trajediya sed salî bi dawî bikin û qedera xwe bi destê xwe binivîsin.

Peymana Lozanê di dîrokê de wekî “rûreşiyek” ji bo gelê Kurd tê dîtin ji ber ku mafê wan ê herî bingehîn – mafê biryardanê yê neteweyî – hate paşguhkirin. 

Lê çareserî ne tenê di redkirina Lozanê de ye. Çareserî di stratejiyeke neteweyî ya aqilane, yekgirtî û demdirêj de ye ku:
• Yekitiya hêzên siyasî yên Kurdan xurt bike,
• Piştgiriya navneteweyî bi dest bixe,
• Mafên rewa bi rêya diyalog, demokrasî û hiqûqê biparêze.

Gelê Kurd îro bi nifûsa xwe ya zêdetirî 50 - 60 milyonî, bi dîroka xwe ya kevnar, bi çand û zimanê xwe yek ji hêzên herî girîng ên Rojhilata Navîn e. Ev hêz heq dike ku bi awayekî rûmetdar û azad bijî. Ev mafa Xwedê daye gelê Kurd.

Miletê Kurd, wekî hemû miletan, mafê xwe yê xwezayî heye ku li ser axa xwe azad bijî, nasnameya xwe biparêze û dewleta xwe ya serbixwe ava bike.
Em ê heta bidestxistina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê bidomînin.

Bi hêviya Kurdistana Serbixwe, Azad û Yekbûyî!”