KNK’ê banga li dijî sûcên şer ên Îranê kir

KNK’ê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşan zextê li Tehranê bikin.

Komîsyona Jîngeh û Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî sûcên şer û wêrankirina jîngehê ya ku ji aliyê artêşa Îranê û hevalbendên wê ve li Herêma Kurdistanê hatine kirin ji Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî re nameyeke fermî û lezgîn şand.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka sala 2026’an heta dawiya Tîrmehê bi mûşek û dronan zêdetirî 900 caran êrîşî erd, daristan û jîngehên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Li gorî daneyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di navbera 28’ê Sibatê û 20’ê Nîsana 2026’an de bi qasî 809 êrîş (701 êrîşên dronên xwekujî û 108 êrîşên bi mûşekan) hatine tomarkirin.

Di daxuyaniya KNK’ê wiha hat gotin: "Tîma CPT’ê ragihand ku di sê mehên pêşîn ên şer de 751 êrîş hatine kirin, ji van êrîşan 298 jê rasterast ji aliyê Pasdarên Îranê û 453 jî ji aliyê komên çekdar ên Iraqî yên girêdayî Îranê ve hatine kirin.”

KNK’ê li ser bikaranîna çekên qedexekirî jî rawestiya û daxuyand ku belge nîşan didin ku di êrîşa bi droneyan a Pasdarên Şoreşê yên Îranê ya 19’ê Tîrmeha 2026’an li dijî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Hewlêrê hatiye kirin de  teqemeniyên ku 'fosfora spî” di nav de heye, hatiye bikaranîn û li ser bedena 9 pêşmergeyan şopên şewitandin û jehrîbûnê hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser karesatên jîngehê jî û wiha berdewam kir: "Ji ber van êrîşan, bi hezaran donim daristana li Çiyayên Goyje yê Silêmaniyê û rezên li herêma Zergwêzê şewitîn. Bikaranîna fosfora spî ax û avê jehrî dike û rê li ber asîdbûna axê. Ev jî di bingeha xwe de sûceke xeternak a li dijî jîngehê ye û li gorî protokola sêyemîn a hevpeymanê wekî sûcek şer tê nirxandin.”

KNK’ê daxwazên xwe wiha rêz kir: "Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) têkildarî bikaranîna fosfora spî li qadê lêkolînê bikin. Divê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) wêrankirina jîngehê binirxîne. Divê hikûmeta Iraqê li gorî talîmatên Neteweyên Yekbûyî tevbigere û ji bo rawestandina êrîşan zexta dîplomatîk li ser Îranê bike."