Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

Konferansa Sînemaya Rojava bi beşdariya bi dehan sînemagerên ji seranserê Sûriyeyê, li Qamişloyê destpê kir.

Îro li bajarê Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava tê lidarxistin. Konferans ku li Xwaringeha El Burc bi rê ve diçe, wê rewşa heyî ya sînemayê û perspektîfên pêşveçûna wê gotûbêj bike.

Konferansê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê komîteya amadekar a konferansê Diyar Hiso axivî û şehîdên ku di qada hunerê de bi roleke girîng rabûne wekî şehîd Xelîl Dag û Yilmaz Guney, bi bîr anîn.

Diyar Haso gavên ku beriya konferansê hatine avêtin û pirsgirêkên ku qada sînemayê li herêmê pê re rû bi rû ye, nirxandin û got, "Girîngiya vê konferansê ew e ku dê siberoja sînemayê li herêmê û rêbazên baştirkirina aliyên wê yên erênî gotûbêj bike."

Konferansa wê 3 rojan dewam bike û tê payîn ku der barê siberoja sînemayê li Rojava de biryarên girîng bêne dayîn û ji bo pêşxistina sînemayê di qonaxa pêş de, plana xebatê were eşkerekirin.