Di ser Peymana Lozanê re 103 sal derbas bûn ku ji bo mêtingehkirina Kurdan yek ji xalên herî girîng e û Kurdistan kir çar parçe. Polîtîkaya ku hate xwestin bi Lozanê re bi cih bê anîn û Kurd bê statu bêne hiştin, di nava dema derbasbûyî de di encama berxwedana Tevgera Azadiyê de hate astengkirin û Kurd îro li ser dika siyasetê jinûve hene.
Lozan her çend ji aliyê Tirkiyeyê ve weke serketinekê bê pênasekirin jî Kurdan ev polîtîka qebûl nekirin û li ber xwe dan. Ev yek jî nîşan dide ku Lozan serketinek nîne.
'DESTESERKIRINA KURDISTANÊ YA BI LOZANÊ RE WEKE MESELEYA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ HATE DÎTIN'
Dîroknas Sedat Ûlûgana Lozan û karên yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan ji ajansa me re nirxand û destnîşan kir ku Peymana Lozanê xaleke şikestinê ye. Ûlûgana got, "Peymana Lozanê ji bo Kurdan ji peymaneke sînor wêdetir xaleke şikestinê ye ku daxwazên statuya siyasî ya Kurdan di asta navneteweyî de jinedîtî ve hat. Hin nîqaşên biçûk ên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn têkildarî Kurdan hatin kirin, bi Lozanê re bi temamî qediya û qada serweriyê ya Komara Tirkiyeyê ya nû ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve hate naskirin. Piştî vê yekê, meseleya desteserkirina Kurdistanê ku weke 'meseleya Kurd' hate pênasekirin, ji mijareke navneteweyî bêhtir weke meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê hate dîtin.
Ji ber vê jî Lozan di hişê siyasî yê Kurdan de ji metneke dîplomatîk wêdetir weke destpêka demeke qirkirinê ya demdirêj tê bîranîn. Bila bê bîra we; Destpêka rêze komkujiyên Kurdan ên navbera salên 1025-1938'an e, Lozan a wê ye."
'MESELEYA KURD VEGUHERÎ BÛMERANGÊ, NEKARÎ BÊ ÇARESERKIRIN'
Ûlûgana destnîşan kir ku Lozan ji bo Tirkiyeyê nikare weke serketinekê bê pênasekirin û meseleya Kurd nekarî bê çareserkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ji bo Komara Tirkiyeyê Lozan pêngaveke girîng a dîplomatîk bû ku li qada navneteweyî da nasîn. Serketina peymanê bi encamên siyasî yên piştre tê nirxandin. Belê serweriya komarê qewîn kir; lê belê meseleya Kurd veguherî bûmerangê û bi rengekî rasteqîn nekarî bê çareserkirin. Li gel sed salên di ser re derbas bûne şer, komkujî, binpêkirina mafên mirovan, polîtîkayên hişk, maliyetên aboriyê yên hilweşîner û ddijberîbûna li hev a civakî dewam kir.
Lewma destketiyên leşkerî û dîplomatîk û aştî-aramiya civakî ya demdirêj heman tişt nîne. Heta ku aştiyeke mayinde pêk neyê nepêkan e ku qala 'serketineke temambûyî' bê kirin. Lozan vê yekê nîşanî me dide."
'LÊGERÎNÊN YEKÎTIYÊ XWE HÎN BÊHTIR FERZ KIR'
Ûlûgana bi bîr xist ku karên li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan berê jî hate kirin, lê belê bi encam nebû û got, "Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî berê jî hewl hate dayin; lê belê ji ber berjewendiyên siyasî yên cuda û destwerdanên derve encamên mayinde bi xwe re neanî. Îro jî li Kurdistanê ku li nava dewletên Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê hatiye parçekirin, tecrûbeyên nebaş ên dişibin hev dibînin. Ev rewş lêgerîna li yekîtiyê hîn bêhtir ferz dike.
Eger zemîna hevpar ji cudahiyan bêhtir li ser mafên neteweyî û armancên stratejîk ên hevpar bê avakirin, hingî ji berê bêhtir derfetê yekîtiyeke mayinde dikare biafire."
'EGER ÎRADEYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÊ NÎŞANDAN, HINGÎ ENERJIYA CIVAKÎ WÊ BER BI ARMANCÊN HEVPAR VE BIHERIKE'
Ûlûgana ragihand ku karên yekîtiya neteweyî bi tena serê xw enikare pirsgirêkan çareser bike, tenê bi hewldaneke hevpar a Kurdan dikare pirsgirêka çareser bike û ev tespît kir, "Yekîtiya neteweyî mixabin bi tena serê xwe nikare hemû pirsgirêkan çareser bike. Lê belê eger Kurd di meseleyên hevpar de hîn bêhtir bi koordîneyî tevbigerin, hingî dikare çareser bike. Ev rewş wê hêza temsîla siyasî zêdetir bike, kapasîteya muzakereyê xurtir bike û li qada navneteweyî bike aktorekî hîn bêhtir bê dîtin. Ji xwe eger îradeya yekîtiya neteweyî bê nîşandan, wê enerjiya civakî jî ber bi armancên hevpar ve biherike. Li gel vê yekê ji bo mayindebûna yekîtiya neteweyî têgihiştina gefa hevpar têrê nake; divê saziyên hevpar jî bêne avakirin. Dîrok nîşanî me dide ku yekîtiya neteweyî tenê li ser hîmên saziyî yên xurt bê avakirin dikare temendirêj be."