Hêzên Îranê kolberê 18 salî qetil kir

Kolberekî 18 salî li Kirmaşanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.

Li gorî malpera Kolbernewsê, kolber Soheyl Fîrdewsî yê 18 salî ku niştecihê gundê Dezawer ê ser bi bajarokê Paweyê ya parêzgeha Kirmaşanê ye, di encama gulebarana raste rast a çekdarên Îranê de li sînorê Newsûdê jiyana xwe ji dest da.

Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên li ser sînor bêyî tu hişyariyeke pêşwext bidin, gule li komeke kolberan barandine û di encama vê êrişê de Soheyl Fîrdewsî hatiye qetilkirin.

Hate destnîşankirin ku piştî vê bûyerê cenazeyê Soheyl Fîrdewsî radestî tiba edlî ya Paweyê hatiye kirin.

Di nava du rojên bihurî ev duyemîn kolber e ku li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çekdarên Îranê ve tê qetilkirin.

Li gorî daneyên Kolbernewsê; di sala bihurî de 57 kolber hatine kuştin û birîndarkirin, ku %77’ê van bûyeran ji ber gulebarana raste rast a hêzên çekdar ên Îranê çêbûne.