Şaredara Îzmîtê û 19 kes hatin girtin

Şaredara Îzmîtê Fatma Kaplan Hurriyet û hevjînê wê Murat Hurriyet jî di nav de 20 kes di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Şaredara Îzmîtê Fatma Kaplan Hurriyet û hevjînê wê Murat Hurriyet jî di nav de 30 di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin, karûbarên wan li emniyetê qediya.

Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî Dadgeha Stenbolê hatin kirin. Dozgerî tevî Fatma Kaplan Hurriyet û Murat Hurriyet ji bo 21 kesan daxwaza girtin kir.

Dadgeriya Cezaya Sulhê biryara girtina Fatma Kaplan Hurriyet, hevjînê wê Murat Hurriyet û 18 kesan da.

Her wiha ji bo Leyla Kiran jî cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.