Psîkolog Bûrtakûçîn: Neçariya ji madeyê bi qelsbûna têkiliyên civakî mezin dibe

Mûrat Bûrtakûçîn diyar kir ku têkoşîna li dijî neçariya ji madeyê tenê bi tedawiya tibî nabe û got, bi piştgigriya psîkolîk divê li gel piştevaniya civakî bê meşandin.

MÛRAT BÛRTAKÛÇÎN

Çi li Amedê çi jî li bajarên din ên Kurdistanê bikaranîna narkotîkê û neçariya ji madeyê zêde dibe. Li gel vê hejmara zêde jî navendên tedawiyê yên têkoşîna li hemberî vê neçariyê gelekî kêm in. Ji bo navendên AMATEM û ÇEMATEM'ê yê li Amedê ji bajarên derdorê bi dehan kes serlêdanê dikin. Ji ber kêmaniya derfetên tedawiyê û kapasîteya odeyan a li navendan gele nexweş nikare bêne bicihkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî vê tabloya ku li raporan jî hate bicihkirin dest bi kar kir. Di bin sîwana şaredariyê de Navenda Perwerde û Piştevaniya li dijî Neçariya ji Madeyê derbasî pratîkê hate kirin. Li navenda navborî piştgirî ji neçarên ji madeyê re tê dayin û ji bo rehetbûn û rehabîlîtasyonê karên girîng tê kirin.

Di raporên salên dawî de yên ji aliyê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê ve hatin weşandin, işaret bi giranbûna faktorên rîskê yên civakî hate kirin ku dibe sedem ku zarok ber bi sûc ve bêne dehfdan. Di raporan de hate destnîşankirin ku xizanî, qutbûna ji perwerdeyê, pirsgirêkên nava malbatê, kêmaniya piştgiriya psîkososyal û wernegirtina xizmetên civakî yên cemaweriyê dibin seedem ku zarok madeyê bi kar bînin û bikevin bin bandora rêxistinên sûc.

Baro her wiha diyar dike ku ji bo zarokan tedbîrên parastinê û xizmet bi têrkerî nayên dayin, koordînasyona navbera saziyan di asta tê xwestin de nîne, pêvajoya rehabîlîtasyonê bi rengê ku piştî înfaza ceza dewam bike nameşe û divê kapasîteya xizmetên civakî yên li ser esasê zarokan bê xurtkirin.

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê baroyê ve hate amadekirin, li herêmê temenê bikaranîna narkotîkê daketiye 13'an, li bajarên derdorê ev temen dadikeve heta 9 salî.

DI NAVA SALEKÊ DE BI SEDAN SERLÊDAN HATE KIRIN

Ji perwerdekarên navendê psîkolog Mûrat Bûrtakûçîn anî ziman ku ji roja dest bi kar kirin û vir ve zêdeyî 160 kesî serî li wan dane. Mûrat Bûrtakûçîn bal kişand ser pêvajoya neçarîbûn û başbûna kesên serlêdan kirin û gavên ku di vê demê de divê bêne avêtin yek bi yek anî ziman.

Mûrat Bûrtakûçîn destnîşan kir ku karekî mezin dikeve ser milê malbatan, civakê û saziyê civaka sivîl û anî ziman ku têkoşîna li hemberî neçariya ji madeyê tenê bi tedawiya tibî nabe, divê li gel piştgiriya civakî û psîkolojîk bê meşandin. Mûrat Bûrtakûçîn ragihand ku neçariya ji madeyê tenê pirsgirêkeke tenduristiyê ya şexsî nîne û got, pirsgirêkeke pir alî ye ku bandorê li têkiliyên malbatê, derdora civakî, perwerde û kar dike.

RÊ Û RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NEÇARÎ Û BIKARANÎNA MADEYÊ

Mûrat Bûrtakûçîn anî ziman ku tedawiya neçariya ji madeyê nabe ku tenê bi rêbazekê bê meşandin û ev pêvajo bi sê sernavên bingehîn; piştgiriya psîkolojîk, tedawiya tibî û piştgiriya civakî tê eşandin.

Bûrtakûçîn ragihand ku armanca wan a bingehînn a têkoşîna li dijî neçariya ji madeyê ew e ku têkiliyên civakî jinûve ava bikin û got, "Kesên neçarî madeyê bin li gelek qadan bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Beriya her tiştî têkiliyên xwe yên bi malbatê re qut dibe, eger dixebite ji kar dûr dikeve, bê kar dimîne û dderdora xwe ya civakî winda dike ku ev jî pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne."

Mûrat Bûrtakûçîn ji bo çareseriya pirsgirêkê işaret bi berpirsyariya civakî kir û got, "Weke civak eger her yek ji me yan jî her saziyek karibe jinûve têkiliyên xurt bi ciwanan re dîne, em ê karibin bi vî rengî pêşî li neçariya ji madeyê bigirin."