Hate ragihandin ku artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji bo li hedefên Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê bide balafira bombardûmanê ya stratejîk a B-1 bi kar aniye.
Li gorî nûçeya Axiosê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên DYE'yî, ev yek ji şerê beriya 12 rojan jinûve destpê kiriye û vir ve operasyona yekemîn a balafira B-1 e.
ÇARÇOVEYA OPERASYONÊ TÊ BERFIREHKIRIN
Di nûçeyê de hate ragihandin ku balafira bombardûmanê ya B-1 dikare 24 bombeyên bi 900 kîloyî yan jî bi dehan fuzeyan hilgire û hate gotin, bikaranîna vê balafirê nîşan dide ku DYE'yê asta operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bilind kiriye.
Li gorî nûçeyê, balafira bombardûmanê ji baregeheke hewayî ya li Îngilistanê rabûye û ev firîn di sîstema şopandina trafîka hewayî de hatiye dîtin. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên roja Sêşemê de cih neda vê operasyonê.
ÎHTIMALA ÊRIŞEKE BERFIREH
Di nûçeyê de hate gotin, hebûna leşkerî ya DYE'yê ya li herêmê dewam dike û Serok Donald Trump operasyonên leşkerî yên berfireh ên li ser Îranê jinûve dinirxîne.
Hate ragihandin ku rayedarên DYE û Îsraîlî dibêjin, operasyona nû ya leşkerî di rojên bê de dikare destpê bike.