Walîtiya Herêmê ya Nouvelle-Aquitaine ji ber şewatên daristanan ên li bajarê Gironde zêde dibin, ferman da ku cihên Claouey, Le Four, Les Jacquets, Petit Piquey û Grand Piquey ên li Nîvgirava Cap-Ferret demildest bên tehliyekirin.
Rayedaran ragihand ku duh bi şev şewat xeta parastinê ya tîmên agirkuj derbas kir û nêzî qadên niştecihiyê bûye.
Di şewata ku roja çarşemê li bajarokê Saumos destpê kir de, heya niha qada 4 hezar û 800 hektarî şewitî û gelek mal bi agir ketin.
Di dema mudaxileya agir de, ji ber qezayekê agirkujek birîndar bû.
ZÊDEYÎ 43 HEZAR KES HATIN TEHLIYEKIRIN
Ji ber şewata li Gironde heya niha nêzî 20 hezar kes bi armanca tedbîrê hatin tehliyekirin, li bajarê Landes nêzî Biscarrosse roja pêncşemê şewata duyem ji wesayîtekê derket û di nava demek kurt de mezin bû.
Di şewata li Landes de qada 2 hezar û 500 hektarî şewitî û şewat gihişte cihê ketina bajarê Biscarrosse. Waliyê Herêmê Gilles Clavreul roja îniyê daxuyanî da û ragihand ku li vê herêmê zêdeyî 23 hezar kes hatin tehliyekirin.
Bi vî rengî hejmara kesên ji ber her du şewatên mezin hatine tehliyekirin, ji 43 hezarê derbas kir.
JI DYE’YÊ DESTEKA VEMIRANDINA ŞEWATÊ HATE XWESTIN
Ji ber zehmetiyên kontrolkirina şewatê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wî daxwaz kiriye ku Mekanîzmaya Parastina Sivîlan a Yekîtiya Ewropayê bikeve dewrê.
Macron diyar kir ku ji welatên Ewropayê Hirvatistan wê du balafirên Canadair ên vemirandina agir, Portekîz du balafirên Air Tractor, Çekya û Slovakya jî wê du helîkopterên Black Hawk bişînin Fransayê.
HIŞKESALÎ Û HEWAYA GERM XETERIYA ŞEWATÊ ZÊDE DIKE
Li gorî hikûmeta Fransayê ji destpêka salê û vir ve, li welêt zêdeyî 12 hezar û 500 şewatên daristanan derketin.
Pispor îfade dikin ku ji ber hişkesalî û pêlên hewaya zêde germ, şewat bi lez belav dibin.
Li gorî lêkolîna dawî ya zanyarên avhewayê yên koma World Weather Attribution (WWA), guherîna avhewayê ya ji ber fealiyetên mirovan hişkesaliya heyî hîn zêdetir dike.