Şewata li Spanyayê ji kontrolê derket, rewşa lezgîn a neteweyî hate îlankirin

Hikûmeta Spanyayê, ji ber şewata daristanan a li derdora Madrîd û herêma Avilayê ku bilez belav dibin, rewşa lezgîn a neteweyî îlan kir. Ji ber şewatê nêzîkî 10 hezar kes ji cih warên xwe hatine dûrxistin.

Hikûmetê ji ber şewata daristanan a ji ber pêla hewayê germ zêde bûne, li Herêma Xweser a Madridê û li bajarê Avila yê li nêzîkî paytextê welêt ‘’di çarçoveya berjewendiya neteweyî de rewşa lezgîn’’ îlan kir.

Biryara ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundirîn Fernando Grande-Marlaska ve hate ragihandin, di têkoşîna li dijî şewatê de armanc dike ku dewlet personel û ekîpmanên zêdetir bi lez bixe dewrê. Rêveberiya krîzê jî ji Yekîneya Rewşa Lezgîn a Leşkerî (UME) re hate dewrkirin.

10 HEZAR KES HATIN VEGUHASTIN

Ji ber şewatan li derdora Madridê nêzîkî 10 hezar kes ji herêmên ewle re hatin veguhastin.

Di encama şewata herî mezin a li bajarê Guadalajarayê de ku ji efteya borî ve berdewam dike, qadeke 32 hezar hektarî şewitiye.

Bandora şewata ku roja Pêncşemê li bajarê Avilayê dest pê kiriye jî  her ku diçe mezintir dibe. Li sê jîngehan qedexeya derketina derve hate îlankirin û nêzîkî 1,500 kes jî ji herêmên ewle re hatin veguhastin.

ŞEWAT JI KONTROLÊ DERKETINE

Ekîbên agirkujiyê yên li herêmên Kastilya û Leon ên li bakurrojavayê welêt jî ji bo kontrolkirina şewatên li Rabano de Aliste û Retortillo ên li nêzîkî sînorê Portekîzê xebatên xwe didomînin. Rayedaran dn zanîn ku li herêmên berbehsli gorî qadên din ên lê şewat hene rewş baştir e.

Biryara rewşa lezgîn a neteweyî, piştî banga Seroka Rêveberiya Herêmî ya Madrîdê Isabel Diaz Ayuso ya ji hikûmetê re hate standin.  

Seroka Rêveberiya Herêmî ya Madrîdê Isabel Diaz Ayuso li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da, diyar kir ku şert û mercên hewayî yên roja Înê ji aliyê belavbûna şewatê ve neyînîtir in û ev yek anîn ziman: ‘’Divê piştevaniya neteweyî û navneteweyî were zêdekirin. Bi hezaran kes hatin veguhastin û şewat ji kontrolê derketine.’’