Yewnanistan bernameya çekdarkirinê ya bi 4,2 milyar euroyî da destpêkirin

Yewnanistanê, bernameya nû ya çekdarkirinê ku bi 4,2 milyar euroyî ye erê kir. Beşa herî mezin a vê pakêtê, pergala parastina hewayî û fûzeyan "Mertalê Aşil" e ku ji Îsraîlê bi nêzîkî 3 milyar euroyî tê kirîn.

Hikûmeta Yewnanistanê, di civîna Civata Parastin û Têkiliyên Derve (KYSEA) de bernameya çekdarkirinê ku bi tevahî 4,2 milyar euro ye erê kir.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Parastinê, beşa herî mezin a bernameyê pergala parastina hewayî ku bi navê "Mertalê Aşil" tê nasîn û ji Îsraîlê bi nêzîkî 3 milyar euroyî tê kirîne.

Wezîrê Parastinê Nikos Dendias got, "Yewnanistan derbasî qonaxeke nû û rastiyeke nû bû." Di nav bernameyê de balafirên veguhastinê yên C-390 Millennium, balafirên bêmirov yên Heron, ji bo helîkopterên Apache pergalên nû yên fûzeyan, keştiyên Victa û ji bo firkateyan pergalên sonarê jî hene.

Li gorî Wezareta Parastinê, pîşesaziya parastinê ya welat jî dê bi nêzîkî 700 milyon euroyî piştgiriyê bide vê projeyê.

ARMANC PARASTINA LI DIJÎ GEFÊN HEWAYÎ Û FÛZEYAN E!

‘Mertalê Aşil’, ji bo ku li dijî SÎHA, balafirên şer, fûzeyên seyirê û fûzeyên balîstîk biparêze hat çêkirin.

Rêveberiya Atînayê, di Nîsana 2025’an de ji bo 12 salan bernameyeke nûjenkirina leşkerî ku 25 milyar euro ye dabû destpêkirin. Hikûmet vê guherînê wekî ya herî mezin a dîroka xwe dibîne.

ALOZIYA BI TIRKIYEYÊ RE JÎ SEDEMEK E

Hikûmeta Yewnanî, vê bernameyê bi lewaziyên ku di krîza aborî de (2009-2018) derketine holê rave dike. Rêveberiya Atînayê, dibêje ku aloziyên bi Tirkiyeyê re yên li Deryaya Spî û Egeyê jî vê xurtkirinê neçar dikin.

Ji sala 2019’an vir ve Yewnanistanê ji bilî firkateyên Belharra û balafirên Rafale yên Fransî, ji bo 20 balafirên F-35 jî bi DYE’yê re peyman îmze kir. Yewnanistan hevkariya xwe ya bi Îsraîlê re xurt kir û niha di NATO’yê de ji sedî 3 zêdetir ji budceya xwe dide parastinê.