Dayîka Kurdistanê û hemû şervanan

Pêşiyê Ekrem berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, piştre Zeynel Abîdîn… Dayika Bahar a ku du kurên wê tevlî nava refên gerîlayan dibin, rojekê jî be axîniyê nake. Dibêje; ‘’Madem zarokên min çûne divê min nedin şermê.’’

Dayîka Bahar bi gotinên; ‘’Ez dayîka Serok, hemû şervan û Kurdistanê me’’ xwe dabû naskirin. Wisa jî bû. Dema ku ji Nisêbînê heya Amarayê, ji Gemlîkê heya Enqereyê ji bo ziman, nasname û axa xwe dengê xwe bilind dikir dayîka Kurdistanê bû. Dema ku bi rojan li ser sînorê Kobanê nobed digirt bes ne dayîka Diyar Bagok bû, dayîka hemû şervanan bû. 

Dema li dijî dewleta ku hevjînê wê qetil kir, serî rakir, şehadeta du kurên xwe û di neviyên xwe  stand û li girtîgehan seredana zarokên xwe dikir bi serbilindî li ser piyan bû.

Dema ku ez ji bo nivîsandina çîroka Dayîka Bahar a di 10’ê Tîrmehê 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da bi zarok û neviyên wê re axivîm, ez di heman îrade û biryardariyê dibînim. Dayîka Bahar heya kêliya dawîn a jiyana xwe ji zarokên xwe re digot: ‘’Bi hêz bin, serbilind bin.’’

Dayika Bahar (Bîlge) di sala 1939’an de li gundê Tilbisim ê Dêrikê ji dayîk dibe. Piştî ku bi Abdulkadîr Bîlge re dizewice derbasî gundê Sêdanê dibe. 8 kur û keçeke wêçêdibin. Piştî ku demekê li Dêrikê dimînin derbasî Nisêbînê dibin. Çîraka Dayîka Bahar aha li vir dest pê dike…  Salên 1978-79’an e. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li her derî belav dibe, gund bi gund, mal bi mal xebat dihatin birêvebirin. Malbata Bîlge jî di wan salan de Tevgerê nas dike û dibe perçeyekî têkoşînê. Bi taybetî dema ku ji salên 1990’î pê ve bi xurttir tevlî têkoşînê dibe, zexta dewletê jî zêde dibe.
 
ŞEHÎDÊN GIRÊ ŞÊRA
 
Bûyereke ku di sala 1990’an de diqewime û tu caran nayê jibîrkirin hem çarenûsa Nisêbînê hem jî ya malbata Bîlge diguherîne. Roja 13’ê Adarê bû. 13 gerîlayên ARGK’ê li qada Girê Şêra a navçeya Stewrê ya Mêrdînê, di encama kemîna dewletê de şehîd dibin. Yek ji vam gerîlayan Kamûran Dundar (Zana) e. Şehadeta wî bandorê li her kesî dike, gel jî biryarê dide ku şehîdê xwe layiqî bîranîna wî oxir bike. Di 15’ê Adarê de li Nisêbînê tu esnaf deriyên dikanên xwe venakin, zêdetirî deh hezar kes tevlî merasîma cenazayî dbin. Ev, yekemîn merasîma cenazeyî yagirseyî bû. Gelê ku ji goristanê vedigere, dixwaze bi girseyî seredana konê sersaxiyê yê ji bo Omer Kavak (Nevdet) ê di heman kemînê de şehîd dibe hatiye danîn, bike. Dema ku gel berê xwe gide gundê ku lê konê sersaxiyê hatiye danîn, bi êrîşa dewletê re rû bi rû dimîne. Gelê ku bi guleyên dewletê re rû bi rû dimîne, bi dar û beran bersivê dide. Ew berxwedana wê rojê pêşiyê Cizîrê piştre jî pêl bi pêl belav dibe hemû Kurdistanê. Dayîka Bahar jî di nava wê berxwedanê de cih digire.
 
PÊŞIYÊ EKREM ÇÛ PIŞTRE JÎ ZEYNEL ABÎDÎN
 
Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) ê kurê Dayîka Bahar û yê ji şehadetên li Girê Şêra û serhildanên piştî wê dest pê kirine, bandor dibe, piştî sê mehan berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Piştî deh mehan kurê wê yê din Zeynel Abîdîn Bîlge (Piling) biryarê dide ku di heman rêyê de bimeşe û milê xwe bide ber yê hevrêyên xwe. Dayîka Bahar a ku du kurên wê li ser hev tevlî nava refên gerîlayan dibin, rojekê jî be axiniyê nake. Ramazan Bîlge yê kurê Dayîka Bahar wiha qala wan rojan dike: ‘’Beriya ku Ekrem tevlî bibe, li goristana Taxa Zeynel Abîdîn li ser gora şehîdan perwerde dibûn. Dayîka min heya di wan salan de jî digot; ‘Madem zarokên min çûne divê min nedin şermê.’ Zexta li ser malbatê jî zêde bû. Ji bilî Sadettîn ê birayê me yê herî biçûk hemû kes hate binçavkirin, girtin yan jî neçar man ku ji navçeyê dûr bikevin.’’
 
30 SALAN ÇAVERÊYA GIRTÎGEHÊ KIR
 
Dayîka Bahar a ku du kurên xwedan çiyayên Kurdistanê, dema ku bi hêvî li benda hatina wan e, nizane ku wê 30 sal cezayê girtîgehê li kurê wê yê din Huseyîn were birîn.  Sala 1992’yan e. Huseyîn Bîlge, bi îdîaya ku yek ji failê bûyera Maxezeya Çetînkaya ye, bi neheqî bi salan rehîn tê girtin. Dayîka Bahar ji bo kurê xwe ji Stenbolê heya Yozgatê, ji Xarpêtê heya Tekîrdaxê bi hezaran kîlometreyan rê diçe. Huseyîn Bîlge yê ku di sala 2021’an de tê berdan, wiha qala wan salan dike: ‘’Li Bayrampaşa, Yozgat, Sîncan, Kirikkale, Sîwereg, Riha, Xarpêt û Tekîrdaxê ez 30 salan di zîndanan de mam. Erê, em li girtîgehê bûn lê belê di rastiyê de ew di zîndanê de bûn. Malbatan di wan rêyan de gelek zehmetî kişand. Di rastiyê de em du caran dihatin rehîngirtin, Dihat astengkirin ku em hevûdu bibînin. Ez bi qasî wê wêrek nebûm. Tim derketina min xeyal dikir. Ev xeyala wê pêk hat, ez tehliye bûm û sa û nîvan li gel mam. Qet ne be ez bişens im, piraniya hevalên me nikarin dayikên xwe jî bibînin.’’

DI DEMSALA HEJÎRAN DE HECÎ ABDULKADÎR QETIL KIRIN
 
Dı salên 1990’an de li rex zexta dewletê Hizbulkontra jî zêde hebû. Hizbullaha ku wê serdemê li Nisêbînê çalak bû, malbata Bîlge hedef digire. Havîsa sala 1994’an bû, dema hejîran bû. Abdulkadîr Bîlge yê jevjînê Dayîka Bahar, dema ku ji karvedigere mala xwe dibîne ku dikana li taxê hejîrên ku pir jê hez dike, difiroşe. Dema ku Haci Abdulkadîr li wir hejîran dikire du kontra ji piştê ve tên, bi çekan guleyan berdin ser û ew li wir şehîd dibe. Dewlet dixwaze cenazeyî birevîne û veşêre. Lê belê Dayîka Bahar cenazeyê hevjînê xwe mala xwe. Li gel sê bûkên xwe keça keça xwe li ber serê cenazeyê xwe disekine û nade dewletê. Dema ku lêşker êrîş dikin ew li keviran li ber xwe didin. Dibêje: ‘’Yan hûnê me jî bikujin yan jî ez cenazeyê xwe nadim. Jixwe we kuşt, hûn ê çi bi cenazeyî bikin? Ger hûn otopsiyê bikin jî werin li vir bikin.’’ Leşkerên ku ji vê berxwedanê ditirsin, zêdetir leşkeran dixwazin taxê lê belê Dayîka Bahar bi paş de gav naavêje. Di dawiyê de hevjînê xwe bi destên xwe awayê ku heq dike  dispêre axê.
 
PILING YEKEMÎN KURÊ WÊ YÊ ŞEHÎD E
 
Dayîka Bahar, piştî du salan yekem êşa kurê xwe dikêşe. Piling (Zeynel Abîdîn), di sala 1996’an de li Çelê tevlî karwanê şehîdan dibe. Xwişka wî wiha qala birayê xwe Piling dike: ‘’Sibeh bû, telefonê lêxist, Zeynel vekir û li ser telefonê got; ‘Ez ê taştê bikim û werim, xwe li benda min bigirin.’ Çû. Dayîka min hat û pirsa wî kir. Em heya şev li bendê man lê belê nehat. Piştre me fêm kir ku çûye. Êdî qet nehat.’’
 
MAZLÛM BÛ PILING
 
Dı salên 2000’î de neviyên Dayîka Bahar jî tevlî têkoşînê dibin. Ew neviyên ku dibin şahidê qetilkirina bapîrê xwe, têkoşîna mam û xalên xwe ya li çiyayên Kurdistanê û dapîra xwe li hemû çalakiyan de dibînin, biryarê didin ku rojekê li ser wê rêya pîroz bimeşin.  Yekem neviyê ku tevlî nava refn gerîlayan dibe Mazlûm Bîlege (Piling Bagok) e. Mazlûm navê Piling ê mamê xwe yê şehîd li xwe dike û êdî navê wî dibe ‘’Piling.’’  Dayîka Bahar gelekî ji neviyê xwe Mazlûm hez dikir.
 
DIYARÊ KOBANÊ
 
Gelek ji me em Dayika Bahar di sala 2014’an de ji nebedgirtina wê ya li ser sînorê Kobanê nas dikin. Guh neda êrîşên dewletê û hem ji bo kurê xwe Diyar hem jî ji bo hemû şervanên li aliyê din ê sînor nobed digirt. Diyar Bagok ê ku tam 24 salan ji bo gelê Kurd têkoşiya jî di 8’ê Cotmehê de di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de tevlî karwanê şehîdan dibe.
 
AXAFTINA DAWÎN A LI SER TELEFONÊ
 
Xwişka wî i van gotinan qala axaftina xwe û birayê xwe Diyar Bagok a li ser telefonê dike: ‘’Em ji Nisêbînê ji bo piştevaniyê derbasî sînor bûbûn. Dewletê êrîşî gel kir. Otobusa me şewitî. Me bi zorê xwe rizgar kir. Şeva 7’ê Cotmehê di derdora saet 01.00’an de Diyar bi telefonê geriya. Got; ‘Min bihîst ku hûn hatine sînor û otobusa şewitiye. Êdî nobed nabe çareserî.’ Min nekarî ez bersivê bidimê, min bes guhê xwedayê. Piştre got; ‘Tu xwişka min î, min got belkî tu ji min re tiştekî bibêjî, ji ber wê ez li te geriyam.’ Min wê kêliyê fêm kir ku xatirê xwe dixwaze.  Min nekarî ez biaxivim. Piştre got; ‘Xatirê te.’ Di 8’ê mehê de şehîd bû, haya me di 12’ê de çêbû. Cenazeyê wî piştî heft mehan me ji deriyê Miştenûrê anî. Me girseyî pêşwazî kir û bimerasîmeke girseyî cenazeyê wî veşart.’’
 
GULEYA XWE YA DAWÎN JI XWE RE BIHÊLE
 
Bı vî awayî her du kurên Dayîka Bahar ji bo gelê xwe xwe fed dikin. Piling û Diyar… Dayîka Bahar beriya ku kurê wê Diyar Bagok tevlî karwanê şehîdan bibe, pêre diaxive û ji wî re van yekan tîne ziman: ‘’Tu şervan î, ger rojekê di nava şer de tu bikevî tengasiyê û dijmin li nêzî te bibe guleya xwe ya dawîn ji xwe re bihêle. Guleyên te nebin, bombeya xwe bihêle. Ger ewjî tune bin, xwe ji çiyayekî biavêje xwarê. Ger tu wê derfetê jî bi dest nexî û bikevî destê dijmin, goştê laşê te bi penseyê jî bikşînin tu îxanetê neke. Navên hevalên xwe nede, te li cihekî nanê kesekî xwaribe îxanetê li wan jî neke. Ger tu wisa bi serbilindî bisekinî, tu yê bi şeref û namûsa xwe bijî.’’ Diyar ê ku bi van gotinan kêfxweş dibe diha dibêje; ‘Hela be ji te re dayikamin. Min jî dixwest tu van tiştan bibêjî.’
 
Piştî demekê Abdulhalîm Demîr ê neviyê din ê Dayîka Bahar  di sala 2015’an de berê xwe dide Rojava. Abdulhalîm ê tevlî nava refên gerîlayan dibe, navê xalê xwe yê şehîd Diyar Bagok li xwe dike.
 
DU HEVRÊ, DU ŞERVAN
 
Di 1’ê Hezîrana 2016’an de ‘’Pêngava Azadkirina Minbicê’’ dest pê dike. Neviyên Dayîka Bahar Mazlûm û Diyar jî di pêngavê de cihên xwe digirin. Her du neviyên Dayika Bahar milên xwe didin hevûdu û li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Diyar di 17’ê Hezîranê de Mazlûm jî di 28’ê Hezîranê de tevlî karwanê şehîdan dibin. Dayîka Bahar a ku agahiya şehadeta neviyên xwe distîne, ji dayika Şehîd Diyar Bagok re wiha dibêje; ‘’Bi hêz be, tu dayîka şehîdan î.’’ Lê belê tenduristiya Dayîka Bahar piştî şehadeta hevjînê xwe, du kurên xwe û du neviyên xwe weke berê nabe.
 
JI BO WÊ ROJEKÊ ZAROKÊN MIN WERIN
 
Dayîka Bahar a kezaba wê bi êşa pênc şehîdan dişewite, vê carê li gel zarokên xwe yên din dikeve rêyên koçberiyê. Piştî berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê neçar dimîne ku koçî navçeya Qoserê bike. Lê belê koçberî ne koçberiyeke jirêzê ye. Bi salan li heman malê li benda hatina kurên xwe bû. Digot; ‘’Du kurên min li çiya ne, dema ku rojekê hatin wê bibêjinku ‘dayika me li vê malê dijî.’ Divê ez li vir bim. Ger ez biçim, kurên min werin, ez ne li vir bimû ew min nebînin?’’ Pir ji Nisêbînê hez dikir. Li gel hilweşîna xaniyê wan êdî ew libendêmayîna xwe li Qoserê didomîne. Dayika Bahar li vir jiyana xwe ji dest dide… Zarokên wê, neviyên wê û gelê Kurdistanê ji bo wê merasîmeke biheybet li dar xistin. Lê belê her sê kurên wê Ramazan, Huseyîn û Sadettîn ên neçar mane biçin Ewropayê, nikarin werin sersaxiya dayîka xwe û xatirê xwe jê bixwazin.
 
SÊ BIRAYÊN LI SIRGÛNÊ
 
Dema ku ez bi sê birayên li sirgûnê re axivîm, xweşiktirîn gotinên ku li dû dayîkekê werin gotin dianîn ziman. Birayê herî biçûk Sadettîn Bîlge yê ku herî zêde ew li ba Dayika Bahar maye van yekan tîne ziman: ‘’Dema ez 11 salî bavê min hate qetilkirin.  Xaniyê me dorpêç kiribûn. Dayikamin ez mezin kirim. Ji me re hem dayîk hem jî bav bû. Dilsoza doza xwe bû, em jî wisa mezin kirin.
 
NE ME, WÊ HÊZ DIDA ME

Ramazan Bîlge jî dibêje: ‘’Dema ku ez hatim girtin, dihat seredana min û Huseyîn. Dema ku dihat li şûna ku em hêz û moralê bidin wê, wê dida me. Em du caran bi hev re çûbûn Amarayê. Ez di encama êrîşa polîsan de xeriqî bûm. Dema ku min çavên xwe veirin dayîka min li ber serê min bû. Daxwaza wê ya dawîn derketina Huseyîn bû û ev daxwaza wê pêk hat. Ez bi dayîka xwe serbilind û serfiraz im.’’
 
EM Ê LAYIQÎ WÊ BIN
 
Huseyîn Bîlge jî diyar dike ku hemû gotinên wê ji bo dayika xwe bibêje wê kêm bimînin û wiha dibêje: ‘’Bi keda xwe, xwe afirand. Pir ji ziman, çand û gelê xwe dikir. Dema ku neviyên wê bi Tirkî diaxivîn ew aciz dibû. Dema ku ez neçar mam ji welêt derkevim, ez hembêz kirim û got; ‘Kurê min, min baş li te nenerî.’ Ne ew, em muhtacê wê bûn. Dayikeke wisa bû. Ez bi dayîka xwe serbilind im. Tekane erkê me ew e ku em layiqî wê û şehîdên xwe bin. Divê em layiqî dayîka xwe bin.’’
 
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka