Êrişa li ser Hewlêrê: 3 drone hatin xistin
Hêzên Îranê êriş birin ser hewlêrê. Sîstema Parastina Hewayî êriş têk bir û li herêma Gezneyê agir bi qadê ket.
Hêzên Îranê êriş birin ser hewlêrê. Sîstema Parastina Hewayî êriş têk bir û li herêma Gezneyê agir bi qadê ket.
Beriya niha bi demek kurt dengê teqînan li ezmanê bajarê Hewlêrê hate bihîstin. Li gorî agahiyan, rejîma Îranê bi droneyan êriş bir ser Hewlêrê û 3 drone ji aliyê sîstema parastinê ve hatin xistin.
Hate ragihandin ku parçeyên droneyekê li nêz gundê Gezneyê ket û agir bi pûş û zeviyên çandiniyê ket. Piştire tîmên agirkuj gihiştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin. Derbarê ziyanan de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Li parêzgeha Hewlêrê yek ji sîstema parastina hewayî yên herî pêşketî yên cîhanê; sîstema parastinê ya Patriot heye. Vê sîstemê piraniya drone û fuzeyên li ser Hewlêrê xistine xwarê. Lê belê heman sîstema parastinê li parêzgeha Silêmaniyeyê nîne. Bi taybetî di demên dawî de gelek caran êrişî Silêmaniyeyê hatiye kirin.