Girtiyê nexweşê giran Mehmet Şîrîn Çelîk ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê tê girtin, piştî xwînrijiya ser mejî cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê. Çelîk piştî sê rojan li Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hat dermankirin, wî dîsa birin girtîgehê.
Çelîk ê ku di 3’yê Tîrmehê de xwînrijiya xwe mejî, ji ber serêşên kronîk, tayê ya bilind û bêhalî cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê. Piştî sê rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin wî dîsa birin girtîgehê.
Kurê Çelîk Amed Çelîk diyar kir ku dermankirina bavê wî di şert û mercên girtîgehê ne guncaw e û bang li Wezareta Dadê kir.
Amed Çelîk got, "Piştî xwînrijiya ser mejiyê bavê min, tayê wî her tim bilind dimîne û serêşên wî bûne kronîk. Dermankirina wî di şert û mercên girtîgehê de ne guncav e. Ji bo parastina mafê jiyanê yê bavê min, daxwaz dikim ku cezayê wî were paşxistin û cezayê mayî li malê derbas bike. Ji kerema xwe dengê me bibihîzin."
DI 3’YÊ TÎRMEHÊ XWÎNRIJIYA SER MEJIYÊ WÎ
Mehmet Şîrîn Çelik ê ku di sala 1999'an de li Stenbolê hate binçavkirin û cezayê heta hetayê lê hate birîn, di 3’yê Tîrmehê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê xwînrijiya ser mejiyê wî.
Çelîk ewilî birin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê û piştî destwerdana yekem, veguheztin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn. Çelîk piştî dermankirinê wî dîsa şandin girtîgehê. Tê zanîn ku nexweşiyên mîna astengiya bêhnê, tansiyona bilind û şekir bi Çelîk re hene û berê ji ber nexweşiya dil aanjiyo bûbû.