Serokê Partiya Çep a Swêdê, serokê Komîteya Hevgirtina Kurdistanê û mamosteyê teqawîtbûyî Benny Gustafsson piştî demek dirêj tedawiya penceşêrê dît, îro li bajarê Soderhamnê yê Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Gustafsson bi salan bi gelê Kurd re di nav hevgirtinê de bû,, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Rojava li gelek parçeyên cuda yên Kurdistanê xebatên hevgirtinê meşand.
Gustafsson pêşengiya xwişk û biratiya di navbera Nisêbîn û Soderhamnê de kir. Di vê çarçoveyê de, Gustafsson gelek serdanên ku nûnerên Şaredariya Nisêbînê beşdar bûn li dar xistin û di van serdanan de alên Kurdî li ser stûnên avahiya şaredariyê daliqand.
Gustafsson gelek caran ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd çûye Tirkiyeyê, dozên siyasetmedar û çalakvanên Kurd şopand, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bû û di hilbijartinên meclisê û herêmî de wekî çavdêrekî navneteweyî xebitî. Tevî destwerdanên polîs û leşkerên Tirk jî hewldanên xwe yên hevgirtinê domand. Gustafsson beşdarî konferans û çalakiyên siyasî yên li Swêd û gelek welatên din ên Ewropayê bû.
Wefata Benny Gustafsson ê 78 salî ku bi salan bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê de bû, di nav dostên wî yên li Swêd û Kurdistanê rê li ber xemgîniyê vekir.