Aqûbeta Musa Koluman û Çetîn Ababay hate pirsîn

Xizmên windayan û ÎHD’ê çalakî lidar xistin û ji bo Musa Koluman û Çetîn Ababay edalet xwestin.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan bi şîara “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 911’an a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan hatin ba hev. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xizmên windayan wêneyên windayan hildan û xwestin ku aqûbeta wan were eşkerekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Musa Koluman hate pirsîn ku 23’yê Tîrmeha 1997’an hate binçavkirin û piştre hate windakirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 747’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Caddeya Gulistan kom bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Çîroka nûnerê Gelê Azad ê Êlihê Çetîn Ababay hate xwendin ku Tîrmeha 1992’yan hatibû qetilkirin.