ROJEVA 25’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

ROJEVA 25'Ê TÎRMEHÊ

- Geşedanên piştî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk wê bên şopandin.

- Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Mehmet Kamaç diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo xurtbûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan, derfeteke dîrokî pêşkêş dike û got, sîstema beriya 100 salan hatî danîn, encex bi yekîtiya neteweyî dikare were derbaskirin.

- Hemû belge nîşan didin ku PDK’ê bi zanebûn rê li banga Rêber Apo girt da ku Şengalê wekî keleha xwe ya bê-alternatîf bihêle. Lê gava ku DAÎŞ’ê êrîş kir, ew keleh di kêliyekê de hilweşiya. (ÎBRAHÎM ÊZIDÎ - ŞENGAL)

- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan û girtiyan bên şopandin.

- Koordînatorê Giştî yê SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku li bajarên Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê her diçe dikeve û torên xwegihandinê fireh bûne û got, pirsgirêk divê bi polîtîka û piştevaniya civakî jî were nirxandin.

- Bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê wê îro li Swîsreyê çalakiyek were lidarxistin.