Yuksel Genç: Tiryak êdî bûye krîzeke civakî

Koordînatora Giştî ya SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku li bajarên Kurdistanê temenê bikaranîna tiryakê her diçe dikeve û torên xwegihandinê fireh bûne û got, pirsgirêk divê bi polîtîka û piştevaniya civakî jî were nirxandin.

KRÎZA CIVAKÎ: TIRYAK

Li bajarên Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet her roja borî, hîn zêdetir bandora xwe li jiyanê dike. Yek ji encamên giran a vê yekê jî, zêdebûna bikaranîna tiryakê ye. Bi taybetî jî li Amedê di salên dawî de bikaranîna maddeya tiryakê zêde bûye. Li bajêr temenê bikaranîna tiryakê heta navbera 5 û 11’ê ketiye.

Têkildarî pirsgirêka tiryakê ya ku li Kurdistanê zêde dibe, Koordînatora Giştî ya Navenda Lêkolînên Saha Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç ji ANF’ê re nirxandin kir.

Yuksel Genç bi bîr xist ku têkildarî bikaranîna tiryakê xebatên xwe yên berfireh ên ewilî, di salên 2014-2015’an de li Amedê meşandin û got, “Di wê demê de tevî ku dane sînordar jî bûn, ew gihiştin encamên girîng. Di wan salan de jiyana civakî hîn zêdetir rêxistinkirî bû. Li taxan mirov bi hev re di nava peywendiyê de bûn, qada civakî xurt bû. Li taxên ku rêxistinbûna polîtîk lê zêde jî, kontrola civakî zêde bû. Lewma hem qada bikaranîna tiryakê hem jî bazara wê, qasî roja îro zêde nebû.”

Genç anî ziman ku dorpêçên li ser bajaran ên sala 2015-2016’an, şer û Rewşa Awarte ya piştî wê hatî ragihandin, ne tenê qada siyasî, jiyana civakî jî bi rengekî bi kok guhert û got, di vê demê de tevna civakî ya taxan di asteke girîng de lewaz bûye.

Yuksel Genç destnîşan kir ku qadên kirîn û bikaranîna tiryakê jî di salên dawî de di asteke girîng de hatiye guhertin.

‘TEMENÊ BIKARANÎNÊ HETA 5-6 SALIYÊ PAŞ KET’

Yuksel Genç anî ziman ku berê temenê bikaranîna tiryakê piranî ji 12-13 destpê dikir, lê îro komên temenên hîn biçûktir di bin xeteriyê de ne û got, “Di lêkolînên xwe yên dawî de em dibînin ku temenê destpêkirina tiryakê, heta 8-12 ketiye. Di xebatên me yên li Erganiyê de jî em rastî zarokên welê hatin ku digotin, di 5-6 saliyê de tiryak ceribandine. Di salên berê de bikaranîna esrarê zêde bû, lê roja îro jî bi taybetî bikaranîna metamfetamin zêde bûye.”

Yuksel Genç diyar kir ku di lêkolînên sahê de derket holê de ku qutbûna ji perwerdeyê, bêkarî û xizanî yek ji sedemên esas ê bikaranîna tiryakê ye û bilêv kir ku bi taybetî jî windakirina hêviya ji bo siberojê, yek ji sedemê esas ê destpêkirina tiryakê ye.

Yuksel Genç îfade kir ku ji bo kesên tiryakê bi kar tînin û ji bo malbatên wan mekanîzmayên piştgiriyê yên têrker nayên dîtin û axaftina xwe wiha qedand: “Tiryak meseleyeke şexsî nîne. Pirsgirêkeke piralî ya xwedî aliyê civakî, aborî, çandî û siyasî ye. Lewma nabe têkoşîn jî tenê bi polîtîkayên ewlehiyê were meşandin. Ji perwerde heta îstihdamê, ji polîtîkayên civakî heta mekanîzmayên piştgiriyê divê nêzîkatiyeke piralî were pêşxistin; rêveberiyên herêmî, rêxistinên girseya demokratîk, malbat û hemû beşên civakê divê berpirsyariya hevpar bigirin ser xwe. Encex bi vî rengî ji bo zarok û ciwanan çareseriyeke mayînde dikare were dîtin.”